Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê bal kişande ser terora polîsên Tirk a li ser zarokên Nisêbînê û got, Midûrtiya Giştî ya Emniyetê ya Tirk hewl dide ku vî sûcî meşrû bike.

Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê (Komeleya Mafê Mirovan) derbarê terora polîsên Tirk a li Nisêbînê ya li ser zarokan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de daxuyaniya Midûrtiya Giştî ya Emniyetê ya derbarê terora polîsên Tirk hate bibîrxistin û hate gotin, ”Di daxuyaniya navborî de tê diyarkirin ku zarokên li nav sîtê dilizîn kevir avêtine polîsan û bi vî rengî çalakiya tundiyê ya polîsan a li ser zarokan hatiye xwestin ku were meşrûkirin.” ÎHD’ê her wiha got heke îddîa rast be jî mirov nikare zarokan ceza bike.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin bi çekên hêzên çekdar ên dewletê li Kurdistanê bi sedan zarok hatine kuştin û xalên Peymana Heqê Zarokan a NY’yê hate bibîrxistin.

ÎHD’ê xwest ku polîs li gorî tişta ku kirî divê were cezakirin.