Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li DYE û hêzên din ên hevparê komploya navneteweyî kir, “Divê destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin û êdî piştgiriyê nedin êrişên mêtingerî-qirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuayaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “22 sal in di serî DYE û dewleta Tirk ji aliyê heman hêzan ve bi rengê sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tê dewamkirin. Lewma, dewleta Tirk a qirker ku dijminê Kurdan e û dixwaze hebûna Kurdên azad tune bike, herî zêde ji DYE’yê û sîstema modernîteya kapîtalîst a global piştgiriyê werdigire. DYE û hêzên din bi vî rengî veguherîne hevparê yekser ê sûcê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye: “Em di salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsî wî de jî li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hate kirin. Em dest bi sala 23’an a berxwedana mezin a li dijî komployê dikin. Destpêkê, em Rêber Apo yê ku bi berxwedana xwe ya mirovê azad ê mezin komplo têk bir û Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin. Şehîdên me yên leheng ên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xelek û 23 sal in komployê têk dibin, di şexsê şehîdên destpêkê yên berxwedana li dijî komployê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan û şehîdê herî dawî Dilşêr Herekol de hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Bi navê tevgerê û gel, em dibêjin ku di sala 23’an de li ser bingeha pêngava xwe ya ‘Dema azadiyê ye’ em ê hîn bi xurtî li dijî komployê têbikoşin û hîn bi rengekî mezin bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî xwe dispêre sîstema qirkirina Kurdan û êrişeke topyekûn e ku ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd û qirkirina Kurdan hatiye kirin. Bi vê armancê destpêkê di nava meha Sibatê ya sala 1925’an de li dijî Şêx Seîd û hevalên wî hate kirin, piştre jî weke êrişa li Agirî, Dersimê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dewam kir. Piştî ku Rêber Apo û PKK bûn temsîlkarê hebûn û azadiya Kurdan û çareseriya azadîparêz-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ferz kirin, komplo veguherî êrişek li dijî wan. Lewma em di salvegera 96’an a komploya 15’ê Sibata 1925’an, di salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibata 1999’an de ne. Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ îlan kiriye. Komplogerî ew rêbaz e ku ji aliyê sîstema qirkirina Kurdan ve bi xurtî tê bikaranîn.

KOMPLO 22 SAL IN DI BIN SÎSTEMA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ DE TÊ MEŞANDIN

Êrişa komploya navneteweyî ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê bê derxistin û bê tunekirin hate destpêkirin, piştî ku ev bi ser nexist, vê carê jî veguherî komploya 15’ê Sibata 1999’an a ji bo îdamkirina Rêber Apo. Ji ber ku ev jî bi ser neket, vê carê jî veguherî polîtîkaya rizandinê ya di bin sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê. Bi êrişa komploya navneteweyî hate xwestin ku li ser bingeha tasfiyekirina Rêber Apo PKK bê tasfiyekkirin û bi tasfiyekirina PKK’ê re jî Kurd bên qirkirin. Ev êriş 22 sal in di bin navê sîstema tecrîdê û êşkenceya Îmraliyê dewam dike.

Rastiyeke eşkere ye ku êrişa komploya navneteweyî li dijî biryar û lêgerîna Rêber Apo ya ji bo derketina Ewropayê û peydakirina çareseriya bi rêbazên siyaeta demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî êrişek li dijî azadî û demokrasiyê ye, li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi vî rengî tê xwestin ku pirsgirêka Kurd bêçareserî bimîne û nakokiyên ji bo berjewendiyan û şer dewam bike. Êrişeke qirker e; tê xwestin ku îrade û hebûna Kurdên azad bê tunekirin û Kurd bi vî rengî bên qirkirin.

Her wiha rastiyeke eşkere ye ku êrişa komploya navneteweyî ji aliyê rêveberiya DYE’yê ya wê demê ve hate planikrin û bi cih hate anîn, di serî de Yewnanistan, Rûsya, Kenya û Misir tevî nokeriya Kurd sîstema desthilatdarîperest û dewletperest tevlî bûn. 22 sal in di serî DYE û dewleta Tirk ji aliyê heman hêzan ve bi rengê sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tê dewamkirin. Lewma, dewleta Tirk a qirker ku dijminê Kurdan e û dixwaze hebûna Kurdên azad tune bike, herî zêde ji DYE’yê û sîstema modernîteya kapîtalîst a global piştgiriyê werdigire. DYE û hêzên din bi vî rengî veguherîne hevparê yekser ê sûcê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd.

KOMPLOYÊ HÎN BÊHTIR KOMKUJÎ Û ZILM LI GELEN KEDKAR, JIN Û CIWANAN FERZ KIR

Li pêş çavan e ku hêzên navborî hem bi komploya navneteweyî sûcê li dijî mirovahiyê kirine, hem jî li gel derbasbûna 22 salan bi ser neketine. Wê demê, di serî de DYE divê hêzên din hemû êdî rewşa xwe ji nû ve binirxînin û eger pêkan be, li ser xeteke siyasî ya ku xwe ji sûcê qirkirinê rizgar kirine bimeşin. Divê destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin û hîn bêhtir piştgiriyê nedin êrişên mêtinger-qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê.

Êrişa komployê ya ku 22 sal in li dijî hebûna Kurdên azad tê kirin, li çar aliyên cîhanê ji bo gelên kedkar, jin û ciwanan bûye zext, mêtingerî, komkujî û zilmeke giran. Êrişa qirker a li dijî gelê Kurd bi esasî êrişa li dijî gelan, jin û ciwanan e. Wê demê divê ev rastî jî bê dîtin û gelên kedkar, jin û ciwan hîn bi xurtî li ber êrişa komploya navneteweyî rabin û piştgiriyeke xurt bidin têkoşîna azadiyê ya jin, ciwan û gelê Kurd.

KOMPLO LI GEL GELÊ KURD LI DIJÎ GELÊN TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN HATE KIRIN

Bêguman ev helwest divê herî zêde bibe helwesta jin, ciwan û gelên Tirkiyeyê. Her wiha beriya her tiştî divê bibe helwesta gelên Rojhilata Navîn. Ji ber ku komploya navneteweyî li gel gelê Kurd herî zêde li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hate kirin. Bi komployê hate xwestin ku di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ew ber bi şer û nakokiyên girantir ve bên kişandin û bi zexta faşîst, teror û mêtingeriyê bên lawazkirin. Wê demê çarenûsa gelê Kurd û ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn weke hev e. Lewma jin, ciwan û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn divê beriya her kesî li ber komploya navneteweyî rabin, bibînin ku êrişa komployê li dijî wan e û tevlî berxwedana mezin a dîrokî ya gelê Kurd bibin, piştgiriyê bidin.

Gelê Kurd ji destpêkê ve li hemberî êrişa komploya navneteweyî bêdeng nema, di serî de Rêber Apo Kurdên azadîparêz hemû li dijî êrişa komploya navneteweyî bi rengekî dîrokî berxwedana herî mezin a azadiyê meşandin. Rêber Apo bi têgihiştina xwe ya bilind, bi berpirsyarî û pêşdîtina xwe ya xurt, bi rêbaza xwe ya afirîner êrişên komploya navneteweyî her tim zû dît û helwest li dijî wan nîşan da. Li ser vê bingehê êrişên tunekirinê û îdamê yên komployê hema bêje bi tena serê xwe pûç kir. Piştre jî têkoşîna Îmraliyê, li gel şert û mercên giran û nebûna derfetan, xwe di asta herî bilind de bi pêş ve bir, bi rêxistin û dîsîplîn kar kir û bi vî rengî bi ser ket.

GELÊ ME, TEVGERA ME LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ Û SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ TÊKOŞIYAN

Rêber Apo pêşketina herî mezin a dîrokê, li ser bingeha guhertina paradîgmayê bi ‘Teoriya Modernîteya Demokratîk’ û ‘Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn’ a li nava şert û mercên têkoşînê yên li Îmraliyê, bi dest xist. Li ser vê bingehê xwe ji sînorên teng ên neteweyî û çînî rizgar kir û veguherî Rêberê Azadiyê ku rêya azadiyê û rizgariyê ya jin, ciwanan, bindestan û gelên bindest ronî kir. Têkoşîna 22 salan a li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê pêşketineke bi vî rengî mezin a dîrokî afirand. Bêguman ji vê yekê mezintir pêşketin û serketineke bi wate nîne. Lewma divê mirov bi vê yekê serbilind be, vê xetê rast fêhm bike û bi cih bîne.

Eşkere ye ku tevgera me ya azadiyê û gelê me jî 22 sal in li dora Rêber Apo civiyane û li dijî komploya navneteweyî û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi lehengî têdikoşin. Hêzên me yên leheng ên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan pêşengî ji têkoşîneke bi vî rengî dîrokî ya azadiyê re kirin. Di serî de li Tirkiyeyê dostên me yên li çar aliyên cîhanê, hêzên şoreşger-demokratîk tevkariyên gelekî hêja kirine. Ev têkoşîna mezin 22 sal in li ser xeta berxwedanê ya fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rê ve çû û bi hêza şehîdên me yên leheng ku hejmara wan gihîştiye bi deh hezaran, bi ser ketiye. Gelê Kurd destketiya herî mezin a azadîparêziyê ya dîroka xwe di nava vê berxwedanê de bi dest xistiye û parastiye. Lewma bi pêşengiya şoreşa azadiya jinê, şoreşa modernîteya demokratîk li her qadê bi pêş ketiye, statuya Başûrê Kurdistanê hatiye parastin, şoreşa azadiyê ya Rojava pêk hatiye. Partiya me li ser xeta modernîteya demokratîk xwe nû kir û ji nû ve ava kir, gelê me jî di nava sîstema KCK’ê de rêxistiniya xwe xurt kir.

LI SER BINGEHA PÊNGAVÊ, LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ Û CÎHANÊ ÇALAKIYÊN AZADIYÊ ZÊDE DIBIN

Em bi destketiyên welê mezin ên di asta Rêbertî, partî û gel de bi dest xistine, dest bi sala 23’an a têkoşîna li dijî komployê dikin. Li ser bingeha pêngava me ya berxwedanê ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin, li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê çalakiyên azadiyê zêde dibin. Gerîlayên me yên leheng derbên giran li dijminê faşîst-mêtinger dixin. Berxwedêriya zindanan a mezin mîna her demê niha jî hêza herî mezin tevlî pêngava me ya ‘Dema azadiyê ye’ dike. Jin û ciwan, hêzên demokratîk çalakiyên azadiyê her tim mezin dikin, berfireh dikin. Bi taybetî jî hêzên şoreşger-demokratîk ên antîfaşîst ên cîhanê, rêxistinên jin û ciwanan, tevgerên karker û kedkaran ji bo ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ li dora têkoşînê civiyane. Rêber Apo ku Mandela yê serdemê ye, wê di demeke herî nêz de ji aliyê fîzîkî ve teqez azad bibe.

Em li ser vê bingehê dest bi sala 23’an a têkoşîna li dijî komployê dikin. Eşkere ye ku di sala 23’an de li her qadê wê çalakiyên me yên azadiyê bêhtir bibin, komplo bi temamî bê têkbirin, sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê hilweşandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Li ser vê bingehê wê Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibin.

Li ser vê bingehê em careke din bi rêzdarî Rêber Apo silav dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di serî de jin û ciwan bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku çalakiyên berxwedanê û azadiyê yên li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li her qadê xurtir bikin û bi şêweyekî bi bandor bimeşînin.

Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin ber destê me, artêşa Tirk a faşîst-qirker sibeha 10’ê Sibatê ji saet 3’an û pê ve ji bejahî û hewayî ve êrişeke dagirkeriyê ya berfireh birine ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên me yên şênber û berfireh tune be jî êrişa dagirkeriyê ya navborî ne cihê matmayîbûnê ye. Ji ber ku Wezîrê Şer ê Tirk Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî Yaşar Guler beriya demeke nêz serdana Bexda û Hewlêrê kirin, bi rêveberên Iraqê û PDK’ê re êrişa dagirkeriyê ya navborî plan kirin. Eşkere ye ku êrişa heyî li ser bingeha vê planê pêk tê. Ji xwe nepêkane ku bêyî pejirandin û piştgiriya rêveberiyên Iraqê û PDK’ê, dewleta Tirk li herêma Garê ya bi 70 kîlometreyî dûrî sînorê dewleta Tirk e êrişê pêk bîne.

Diyar e hêzên komploger bi êrişeke wiha ya dagirkeriyê salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê dixwazin derbê li partiya me PKK’ê û hêzên me yên gerîla yên leheng bixin. Her wiha dixwaze dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li herêmên navîn jî belav bike. Lê belê divê encamên operasyona Zapê ya Sibata 2008’an û operasyona Heftanînê ya ji Hezîrana 2020’î ve hewl didin bikin, neyên jibîrkirin. Mîna li Zap û Heftanînê, hêzên me yên gerîla yên leheng li Garê jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên faşîst-qirker bi lehengî li ber xwe didin û derbê li ser derbê li wan didin. Di serî de gelê me yê Amediyê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê çawa ku li dijî operasyonên li Zap û Heftanînê li ber xwe da, wê li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê jî rabe ser piyan û bi rengekî girseyî li ber xwe bide. Ev rastî divê baş bê zanîn, herêma Garê wê ji artêşa Tirk a faşîst-qirker û ji xulamên wan re bibe goristan.

Li ser vê bingehê em bang li ciwan û jinên Kurd, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê dikin, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Garê rabin ser piyan, dakevin qadan, li her qadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin û piştgiriyê bidin berxwedana dîrokî ya hêzên me yên gerîla yên leheng.”