ÎHD’ê ragihand ku girtiyên nexweş di nava kategoriya rîskê de ne û divê tavilê bên berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser girtiyên nexweş daxuyaniyeke nivîskî weşand ku di nava koma rîskê de ne.

ÎHD’ê diyar kir ku li girtîgehan 1.564 girtiyên nexweş hene ku rewşa 591 ji wan giran e û divê tavilê bên berdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Temamiya girtiyên bi nexweşiya giran ên hîn jî li girtîgehan e, li gorî rapora nexweşxaneyekê divê tavilê bên berdan, tedawiya wan li gel malbata wan dewam dike û sîgorta tenduristiyê jî ji aliyê dewletê ve bê dayin.”