Endama Platforma Jinê ya Şahmaran ya Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek, dazanîn ku bûyerên destavêtin û destdirêjiyê, nedayina ceza parçeyek ji konsepta şerê taybet e.

Bûyera hefteya derbasbûyî ya li Şirnexê jî parçayek ji şerê taybet bû.

Piştî ku çawişekî pispor hewl da destdirêjiyê li jineke ducanî bike, ji ber nerazîbûna gel biryara binçavkirina çawişê pispor hate dayin.

Hewldanek taybet heye ku paşerojên civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tune bikin.

Dixwazin, bi riya bi tenê hiştinê, bêhêvî bikin û civakê ji hev bela bikin. Em ê ti carî rê nedin vê yekê.

Gulîzar Îpek Bîlek, girîngiya piştevaniya civakî û xweparastinê anî ziman û got;

Em timî dibêjin; divê em nêzî hev bin ku karibin deng û qîrîna hev bibihîzin.

Bûyera ku wê rojê li Şirnexê qewimî nîşaneya şênber ya vê yekê ye.

Gel di cih de dest li bûyerê werda. Refleksa xweparastinê kete dewrê.

Bûyera ku li Dêrikê derket holê jî bi rengekî zelal çêbû.

Jin û malbat tirsandin, kirin ku ew xwe bi tenê hîs bike.

Dema ku civak dengê xwe bilind bike, ne jin û ne jî malbat natirsin.

Ji valahiya li nava civaka me sûd digirin.

Paradîgmayeke me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê heye.

Em yekbûna jin û jiyanê diparêzin.

Divê em, ji bo rêxistiniya civakî ya xurt ya li gorî paradîgmeya xwe bikin pratîkê û li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.