Li gor rapora Girtîgehên Anatolyaya Navîn a sala 2023’yan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê, sala borî li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtî jiyana xwe ji dest dane.
Rapor, li Şaxa ÎHD a Enqereyê bi rêya çapemeniyê hat ragihandin
Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got:
“Di sala 2023’yan de ji 44 girtîgehên vekirî û girtî yên Anatolyaya Navîn 510 kesan serî li wan daye.
Ji girtîgehên herêmên din jî, ji 31 girtîgehên vekirî û girtî 97 kesan serî li wan daye.
Bi berdewamî got: Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan van daneyan bi raya giştî re parve nake.
Daneyên ku ÎHDê ji çavkaniyên eşkere, bi rêya çapemeniyê û ji kesên serî li ÎHDê dane berhev kirine.
Nûray Çevîrmenê balkişand polîtîkayên tecrîdê û çalakiyên li hember van polîtîkayan û got:
Li girtîgehan herî kêm hezar û 587 binpêkirinên mafên tenduristiyê rû dane.
Hevserokê ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci jî da zanîn ku li girtîgehên Anatolyaya Navîn,
Sala 2023an di mehên Çile-Sibat-Adarê de 256 binpêkirinên mafan
di Nîsan-Gulan-Hezîranê de 357 binpêkirinên mafan,
di Tîrmeh-Tebax-Îlonê de 83 binpêkirinên mafan
Û di Cotmeh-Mijdar-Kanûnê de jî 39 binpêkirinên mafan û bi giştî 735 binpêkirinên mafan rû dane.
Yazmaci herî dawî encama raporê û pêşniyazan a rapor eşkere kir .
û bal kişand ser binpêkirinên di warê dermankirin û ragihandinê yên li girtîgehan.
Li Îzmîrê jî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bal kişandin ser binpêkirinên mafan û ji bo girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind bang kirin û gotin “Bila demildest Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind bên girtin”.