Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK 26’ê Gulana 1999’an li ser pêşniya Rêber Apo hat damezrandin.

Ji wê demê ve ango ev 25 sal in li her çar aliyên Kurdistanê xebatên Yekîtiya gelê Kurd dimeşîne.

22.Civata Giştî ya KNK’ê li bajarê Hollanda Den Haagê bi şîara.

“Di Tekoşîna Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, rêya serkeftinê yekîtî ye” li hev kom bû.

Tevî Hevserokên KNK’ê 200 delege ji 4 beşên Kurdistanê di civata giştî de amade bûn.

Her wiha waliyê Silêmanî Heval Ebubekîr bi dehan nûnerên partiyên siyasî û kesayet tevlî civata giştî bûn.

Civata Giştî bi xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb destpêkir.

Axiftina vekirinê ji aliyê rêveberên KNK’ê Dr. Şergo Mihemed Emîn û Shala Hefîd ve hat kirin.

Paş dîwana ku wê civatê birêve bibe hat hilbijartin.

Endama dîwanê berdevka têkiliyên derve ya KNK’ê Nîlufer Koç axaftinek kir û got:

Em di demeke krîtîk de civînên xwe pêk tînin.

Ji her demê zêdetir em nêzî azadiya xwe ne û ti kes li hemberî êrişên li ser gelê Kurd divê bêdeng nemîne.

Piştre Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs jî axivîn.

Zeyneb Mûradê ev yek anîn ziman:

“Li Rojhilata Navîn û cîhanê krîzeke cidî heye.

Dijminên me vê yekê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tînin û dixwazin êrîşî gelê me bikin.

Dixwazin planên xwe yên ku nekarine bi sedan salan e pêk bînin, pêk bînin.

Tirkiye serkêşê van komkujiyan e.

Îran, Sûriye û Iraq jî perçeyeke vê yekê ne.

Li dijî van hemû komkujiyan divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin.

Divê em KNK û saziyên Kurd li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hemû awayî helwesta xwe nîşan bidin.

Divê em bi wan bidin zanîn ku xaka Kurdistanê rûmeta me hemûyan e û hewce ye her kes vê yekê biparêze.”

Ahmet Karamûsî jî wiha axivî:

“Bi taybetî jî 4 dewletên mêtînkar îro bûne yek û êrîşî li destkeftiyên gelê Kurd dikin.

Tirkiye li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.

Bikaranîna çekên kîmyewî û hêza zêde nîşaneyên vê yekê ne.

Hewl dide ku xaka me dagir bike.”

Ahmet Karamûs di axaftina xwe de bang li PDK’ê jî kir.

Divê PDK li gel Tirkiyeyê nebe hemtawanê komkujî û krîzan.

Divê em ji bo berjewendî û yekitiya gelê Kurd kar bikin. Rizgarbûna gelê me li vir e.”