-ÎHD rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên beriya Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê û pêvajoya piştre, bi navê “Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an” eşkere kir.

Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hate pêkanîn û Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban rapor xwend û got; Li gelek bajar û navçeyan li daîreyekê bi qasî ku mimkin nebe lê bicih bibin hejmareke zêde ya hilbijêran hatine qeydkirin.

Li gelek bajarên herêmê hilbijêr hatin veguhestin û bi komî deng dan.

Li seranserî welêt 44 hezar ‘hilbijêrên xeyalî’ hebûn.”

Kuçukbalaban bal kişand ser berxwedana Wanê û got; Gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Walîtiya Wanê 15 rojan qedexeya çalakî û ketina bajar ragihand, Ev biryar jî xerab hate bikaranîn

Li dijî parêzerên ku dixwestin li pêşiya Edliya Stenbolê daxuyaniyê bidin êrîş hate kirin, 14 parêzer hatine binçavkirin.

Beriya hilbijartinê di navbera namzetên keyayan de nîqaş derket û kuştin çêbû.

Polîs jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Peywirdarê sindoqê yê DEM Partiyî Emîn Çelîk li Amedê dema dixwest bikeve navberê hate kuştin.

Kuçukbalaban diyar kir ku li bajarên cuda deng bi komî hatin dayîn, deng hatin şewitandin, gelek dengên mukerer hatin dayîn û gelek bêusulî çêbûn.

Ewlehiya çapemniyê rojnamevanan nebû.

Divê avadaniya YSK’ê jinûve were sazkirin. Divê YSK xwedî avadaniyeke piranîparêz be û biryarên di bin vênerîna AYM’ê de bin,

Divê demildest ji bo çavdêriya serbixwe, sererastkirina qanûnî çêbibe. Divê li pêşiya medya alîgirê desthilatariyê weke AA û TRT û hinek ajansên din tedbîr bêne girtin û nikaribin manîpulasyonan bikin.