Li navçeya Pêncwên “Bajarê Silêmaniyê” Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî di 40 rojiya xwe de hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de hat diyarkirin ku li rexmê 40 roj jî ser qetilkirina Muradî re derbaz bûye, hêjî kujer nehatine girtin. Di merasîmê de soza dewamkirina ser rêya Muradî hat dayîn.

Îro Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi amadebûna berpirsyarên hukmî, hizb û malbatên şehîdan û malbata wî li navçeya Pêncwên ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve di 40 rojiya xwe de hat bi bîranîn.

Di destpêka merasîma bîranînê de keça Îqbal Muradî, Dîde Îqbal li ser navê malbatê peyamek da û diyarkir ku ew weke malbata şehîd Muradî bi şehîdbûna bavê xwe serbilindin, ji ber ku hertim ji bo nîştiman û mafê mirovan tekoşiyaye. Dîde got ku ewê ji niha û pêve jî li ser şopa şehîd û fikrê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bin.

Piştî wê li ser navê komîteya şehîdên KODAR Zagros Sine axivî û got ku berpirsyarê şehîd xistina Muradî rejîma Îrane û daxwaz ji herkesê kir ku li ser rêya şehîd Iqbal Muradî bin.

Endama Encûmena PJAK’ê Şervîn Mazlum jî di merasîmê de nêrînên xwe anî ziman û balkêşa ser şehîd xistina Îqbal Muradî. Şervîn got ku li rexmê 40 roj bi ser şehîd xistina Muradî re derbaz bûye jî, hêjî berpirsyarên herêmê nekarine kujeran bigrin. Şervîn got ku bila berpirsyarên rejîma Îranê baş bizanin wê li hemberî vê bûyerê ew bêdeng nemênin.

Di heman merasîmê de Endama Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) Zekerya Hewramî jî axivî û got ku ew weke KNK hertim balkêşane ser metirsiyên li herêmê rû didin û ji aliyên siyasî yên Kurd xwestine li hemberî vê yekê derbikevin. Zerkeya diyarkir ku wan weke KNK ji herêmê xwestine devji nakokiyên xwe berdin û rê li ber kiryarên bivî awayî bigrin, lê ti hewldanek nehatiye kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û kesayetiya Îqbal Muradî hat temaşe kirin.

Îqbal Muradî kiye ?

Îqbal Muradî niştecihê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Muradî di sala 1979’an de weke pêşmergeyek tevlî şoreşa gelên Îranê dibe. Piştî Komara Îslamî ya Îranê dest danî ser şoreşa gelên Îranê, di sala 1982’ê de hate binçavkirin û piştre şandin Girtîgeha Merîwan a girêdayî parêzgeha Sineyê.

Muradî 2 salan di girtîgehê de dimîne şûnde, piştî ji zîndanê derdikeve dîsa xebat û têkoşîna xwe ya ji bo Îraneke demokratîk berdewam dike. Hêzên Îtlaata Îranê timî gef li Muradî dixwin û ew jî neçar dimîne di sala 2005’an de ji Rojhilatê Kurdistanê koçê bajarê Pêncwên ya Başûrê Kurdistanê bike.

Muradî di sala 2010’ê de bi awayeke fermî dest ji endamtiya Komeleya Şoreşgeranî Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ber dide, weke welatparêz û aligirek ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xebat û têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û mafê mirovan berdewam dike.

Îqbal Muradî endamê desteya rêveber a Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê bû û timî li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistan û gelê Kurd têkoşiya. Di sala 2008’ê de rastî êrîşê hat û bi 7 fîşekan birîndar bû. Piştî Muradî gihandin nexweşxaneyê, li ser mûdexeleya bijîşkan rizgar dibe.

Muradî bav û mamê du girtiyên Kurd yên siyasî ku mehkûmê cezayê darvkerinê hatine kirin e. Zanyar û Loqman Muradî ku pismamin ji sala 2009’ê ve ji aliyê Şaxê Îtlaatê ya Merîwanê ve hatine girtin û bêyku mafê parastinê ji wan re nas bikin û parêzer ji bo wan were girtin, Dadgeha Şoreşa a Îranê cezayê darvekirinê li wan birî.

Zanyar û Loqman Muradî her timî li rastê şantaj û gefên rejîmê hatin. Gelek caran ji wan re hate gotin ku eger Îqbal Muradî çalakiyên xwe berdewam bike, dê wan darve bikin. Ancax ne herdu pismam ne jî Îqbal Muradî dest ji têkoşîn û xebatên xwe bernedan û li pey doza xwe çûn.

Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pêncwên a ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin. Tevî ku 40 roj li ser qetilkirina Muradî re jî derbas bûye hîn kujer ne hatine girtin û hesap ne hatiye pirsîn.