Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê Ebdullah Mele Nûrî diyar kir ku karkirina li ser tezên Ocalan gelek pirsgirêkên Başûr û herêmê wê çarer bikin û got; “Bi tecrîdê nikarin bandora Ocalan kêm bikin.”

Zêdetirê 19 salane Rêber Abdullah Ocalan bi komployekî navnetewî hate radestkirina dewleta Tirk û li girtîgeha Îmralî tê girtin. Ji 2011’ê ve tecrîd li ser Ocalan tê meşandin û parêzer nikarin biçine gel.

Parlamenterê berê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdullah Mele Nûrî li ser giringiya tez û fikirên Ocalan ji ajansa me re axivî û got; “Birêz Abdullah Ocalan giringî dide hemû mirovan. Xwedî fikra cûda ya li ser jiyana hevbeş a pêkhateyên cûda di aliyê rêveberî, demokrasi, jiyana hevbeş e. Welat û bi taybetî Tirkiye vê weke gef û metirsî ji bo xwe dibine.”

Nûrî axaftina xwe wiha berdewam kir; “Ocalan fikirmend û serokê tevgerekê ye. Nekarîn bi dîlgirtina Ocalan vê tevgerê bidawî bikin. Niha dixwazin bi tecrîdê bê bandor bikin. Belê weke çewan demên pêştir nekarîne bi ser bikevin, vê carê jî wê nekarin bi ser bikevin.”

Nûrî bal kişande ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û got ku hemû ew pirsgirêkên li Tirkiyê hene, li Herêma Kurdistanê jî hene, weke mînak pirsgirêkên rêveberî, pirsgirêkên gelên bindest, destwerdanên cûr bi cûr, pêkhateyên cûda, pirsgirêkên sînor û wiha pêde çû; “Ocalan di nivîsên xwe de ji bo van hemûyan çareserî daniye. Çareserî ji jiyana hevpar û wekheviyê pêk tên. Bi nêrîna Ocalan tiştek bi navê sînor nîne. Tişta heyî civakek têgihiştî ye.”

Ebdullah Mele Nûrî daxuyakirin ku bi azadbûna Ocalan û karkirina li ser tezên Ocalan dikarin zêdetirê pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Başûrê Kurdistanê bên çareserkirin. Nûrî di dawiya axaftina xwe de got; “Dikarin rewşa niha herêm têda ye bi şêweyekî erênî guhertin têde bê çêkirin ku xizmetê ji berjewendiyê me hemûyan re bike.”