Dema ku bi Îranê re li ser meseleya nukleerê muzakere dihate kirin Washîngtonê derbarê du saziyên Îranê û berpirsên wê bi hinceta ‘mafên mirovan bin pê kirine’ biryara zextan dabû.

Îranê jî hincetên Wezareta Xezîneyê ya DYE peyv bi peyv wergirt û derbarê sazî û dezgehên DYE biryara zextan da.

Alîkarê Serokê Erka Darazê Kazim Garîbabadî diyar kir ku wê demeke nêz de lîsteya zextan a li hemberî sazî û kesayetên DYE eşkere bikin.