Serokê rêxistina rêbûwariya hewayî ya Îranê Mihemed Bexş derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Mihemed Bexş da zanîn wan plan kirine salane 50 hezar geştiyar ji bo Sûriye bên birêkirin û wiha got:

Ji bo vê jî hevparên her du aliyan hatin tepsîtkirin û pêvajo bi rê ve diçû.

Lê niha ji ber rewşên taybet ên li Sûriye, me çûn û hatina geştiyariya bi Sûrî re rawestand. Dema wezareta karên derve ya Îranê îlan bike wê çûn û hatin wek berê destpêbikin.

Hêjayî gotinê ye:

Di mehên dawî de fermandarên “Pasdarên Şoreşger” ên Îranê, serokê Yekîneya Agahiyan a “Feyleq El Qudis” Elî Axa Zade 21’ê Kanûna borî, bi êrişeke hewayî bû hedef.

Berpirsê “Mîhwera Berxwedanê” ya Sûrî general Radî Mosewî jî di encama êrişeke Îsraîlê de, di li mala xwe ya herêma Seyide Zeyneb bû hedef.

Ajansa Reuters jî beriya niha ragihandibû ku Iranê ji ber êrîşên Israîlê, fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşger paşde kişandine.