Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera komkujiyên Qamişlo û Taxa Gazi daxuyanî da.

Daxuyaniya KCK’ê li ser komkujiya Gazî wiha ye.

Di demeke ku têkoşîna li Kurdistanê pêş diket, di salên 1990’î de têkoşîna hevpar xurt bû, feraset û polîtîkayên faşîst ên kolonyalîst xistin metirsînê, dewleta Tirk êrîşî gel kir, komkujî pêkanî.

Ev polîtîkaya dewletê îro jî neguheriye û ji aliyê AKP-MHP’ê ve dewam dike. Bersiva herî baş ji bo komkujiyan, gel zêdetir tifaq û yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bike.

KCK’ê kesên di komkujiya li stadyuma Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan jî bi daxuyaniyê bîranî û wiha got:

Sala 2004’an li Qamişlo komkujî pêkhat. Desthilatdariya paşverû ya Sûrî bi vê komkujiyê xwest raperîna gelê Rojava tune bike, gelan li hemberî hev bide şer kirin. Lê rejîma qirker û paşverû hilweşîya.

Li ser êrişên dewleta Tirk jî KCK’ê got:

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriye, êrîşên rojane yên DAÎŞ û çeteyên din, êrîş û komkujiyên li Rojava tev bi destên dewleta Tirk çêdibin û armanc têkbirina Şoreşa li Rojava û Rêveberiya Xweser e.

Bersiva herî baş ji bo komkujiyan çareserkirina pirsgirêkên li Sûriye li ser esasê demokratîkbûnê û avakirina jiyana hevpar a li ser esasê wekhevî û yekîtiyê ye.

KCK’ê da zanîn Dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst, bi êrîşa li Şêladizê jî komkujiyeke din kir û wiha dewam kir.

Di vê êrîşê de 2 welatiyên bi navê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) û Komîteya me ya Têkiliyên Derve derbarê vê komkujiyê de daxuyanî dan.

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê çi dike, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bike. PDKê jî bûye hevkarê qirkirina Kurdan ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêktê. Hemû êrîş bi piştgirî û hevkariya PDK’ê pêk tên. PDK ya li gel dewleta Tirk e, berpirsiyarê vê komkujiyê ye.