Iraqê ji ber dagirkeriya rejîma Saddam Huseyîn tazmînat dida Kuweytê.

Rejîma Saddam di 2’ê Tebaxa 1990’an de êrişî Kuweytê kiribû û vî welatê biçûk a ku gelek petrola wê heye dagir kiribû. Piştî heft mehan bi pêşengiya koalîsyona navneteweyî ya ku DYE pêşengtiya wê dikir, Saddam ji Kuweytê hatibû derxistin.

Rêveberiya Bexdayê ji ber xisaraka şer, tazmînat dida.

Li gorî ajansa dewletê INA’yêM Mozher Salih ê ku şêwirmendê ekonomiyê yê serokwezîr e, 52 milyar dolar tazmînat hatiye dayîn. Salih got “Iraqê beşa dawîn a tazmînatê da û ev dosye girt.”