Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike, di hejmara xwe ya 226’an de bal kişand ser çalakiya KCDK-E’yê ya li Strasboûrgê ku di navbera 15-19’ê Nîsanê de li pêş Konseya Ewropa û CPT’yê pêk bîne.

Rojnameyê manşeta “3000 hezar kes li pêş CPT bicivîn: Dê Azadiya Ocalan bixwazin” avêt û cih da daxuyaniya Hevserokê KON-MED Kerem Gok a der barê çalakiyê de.

Rojnameyê di surmanşetê de analîzek kirmanckî derxist pêş û cih da encama hilbijartina 31’ê Adarê û polîtîkayên Erdogan ên li ser şaredariyan.

Rojnameyê bi kirmanckî surmanşeta “Hukmatê serokerdoxan” avêt.

Rojnameyê di rûpela jin de jî cih da nivîsa nivîskar Sorgul Şêxo ya bi sernavê “Amadekariya hevpeymana jinê” û bal kişand ser Hevpeymana Jinê ku amadekariya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin.

Piştî Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hat îmzekirin, niha amadekariya Hevpeymana Jinê tê kirin.