Îro, 21ê Adarê, Cejna azadiyê ya Gelê Kurd Newroz e.

Weke her sal, di cejna azadiyê Newrozê de, îsal jî Gelê Kurd wê, bi coşeke mezin û bi ruhê têkoşînê ruhê Kawayê hemdem Mazlum Dogan, û şehîdên azadiyê dakevin meydanan û agirê azadiyê gur û geş bikin.

Radyoya me Radyoya Dengê Welat, Newroza 2019an, li gelên Kurdistan, Li Rêber Apo, li Gerilayên Kurd, li dîlên azadiyê, li dayikên şehîdan, li berxwedêrên di greva buirçîbûnê û gelên li Kurdistanê pîroz dike.

Divê gelên Kurdistanê, li dijî faşîzma AKP/MHP û hemû dijminên demokrasî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, di nava yekîtiyek dilsozî û jiyana hevpar de dakevin qadan û agirê Newrozê gûr û geş bikin.

Gelên li herêmê bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd û bi felsefeya Rêber Ocalan, gelek nirxên giranbiha jî bidestxistine. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê hatiye avakirin mînaka vê ye.

Beriya 2631 salan, îro jî tê dîtin ku, dîktator û faşîstên wek Dehaq, gelan tune dikin. Dehaqê îro, Erdogan û Bahçelî ne, dibin desthilatdariya AKP/MHP’ê de, dixwazin gelê Kurd û gelên li Kurdistanê tune bikin. Tayyîp Erdogan, wek Dehaqê ku mêjiyê ciwanan dixwar, bi hejmara kuştina ciwanên Kurd, xwîna desthilatdariya xwe taze dike.

Berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye, bi lehengên weke Nasir Yagiz, Îmam Şîş, berxwedêrên li Ewropa û girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li dijî faşîzma AKP û MHPê, bi têkoşîna Gerillayên li serê çiyan, li Efrîn, Rojavayê Kurdistanê, bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Em wek xebatkarên Radyoya Dengê Welat, di kesayeta şehîdê pengava berxwedêrên li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Zulkuf Gezer de, hemû şehîdên azadiyê bi dilsozî yad dikin û bang li her kesî dikin ku, li dijî faşîzma serdema me, agirê Newroza 2019an, gur û geş bikin û zaliman berteref bikin.