Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedana Kobanê zêhniyeta hizbayetî, parçebûn û desthilatdariyê têk bir. Tevgera Azadî li dijî dagirkeriyê jî dazanîn ku divê bi rihê berxwedana Kobanê were kar kirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tevgera Azadî di daxuyaniyê de îşaret bi yekîtiya netewî ya Kurd ya li Kobanê pêk hatibû dike û diyar dike ku li Kobanê eqliyeta partîgerî, parçebûn û desthilatdariyê têk çû û dazanîn ku îro jî li dijî dagirkeriyê divê berxwedaneke mîna ya Kobanê were nîşandan.

Berfirehiya daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye;

Şer û berxwedana li Kobanê pêk hat, şerê parastina nirxê mirovahî û jiyana azad bû. Şerê ronahiyê ya li dijî hêzên tarîbû û dagirkeran bû. Şerê parastina xak û rûmetê bû. Şerekî herî dijwar yê dîrokê bû ku gerîla û şervanên YPG û YPJ’ê mil bi milê hev li berxwe dna. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê û alîgirê wê dewleta Tirk berxwedankê mezin hate nîşandan. Mirovahî bi vê berxwedana Kobanê serbilind bû.

Berxwedana şervanên YPJ’ê û gerîlayan ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê qonaxeke nû ya têkoşînê ji bo gelên azadîxwaz da destpêkirin. Têkbirina van hêzên hov bi berxwedana Kobanê re destpêkir û berbelavê cîhanê bû. Dost û dijminên gelê Kurd neçar mina ku vê berxwedanê bibînin. Ev berxwedan di qada navnetewî de weke serkeftina mirovahiyê hate binavkirin. Serkeftina Kobanê tevahî xewn û xeyalên dagirker û dijminên gelê Kurd têkbir.

Peyamên Rêber Apo wisa kir ku bi hezaran ciwanên Kurd tevlî berxwedana Kobanê bibin. Her wiha hate gotin ku çi dibe bila bibe divê Kobanê nekeve. Ji bo vê jî banga seferberiyê li tevahî gelên Kurdistanê, gelên azadîxwaz û demokrat hate kirin.

Berxwedan û herwiha serkeftina Kobanê zêhniyeta partîgerî, parçebûn û desthilatiyê têkbir. Berxwedana Kobanê ji bo hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî bû dersekeke fêrker. Da nîşandan ku hêz û îradeya gelan dikare çi ava bike.

Berxwedana Kobanê di dîrok û dîtgeha mirovahiyê de guhertinên mezin yên manewî çêkir. Bû sedem ku gel bi hêza xwe xwe rêxistin bikin, biparêzin û xwe birêve bibin. Em dikarin li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê berxwendake mezintir jî bidin nîşan.