75 saliya Rêber Apo li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmurê û rojavayê Kurdistanê bi coş hat pîroz kirin

Xelkê wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji bo rojbûna rêber Apo pîroz bikin hatin cem hev.

Ji bo pîrozbahiyê jî li Mexmurê 350 şitlên daran çandin.

Rojbûna Rêber Apo li bajarê Derikê yê rojavayê Kurdistanê jî bi şahiyekê hat pîroz kirin.

Gelek kes li Hola Çarçêla hatin cem hev.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen rojbûna Rêber Apo li hemû azadîxwaz û welatparêzan pîroz kir û got:

Bi saya fikrên rêber Apo em hatin roja îro.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Rojbûna Rêber Apo li Qamişlo û li Amûdê jî bi coş hat pîroz kirin.

Li taxên Cûdî, Hilêliyê û Asuriyê yên Qamişlo bi sedan kes hatin cem hev, wêneyên Rêber Apo û alên PKK’ê hildan.

Welatiyan agir pêxistin û govend gerandin.

Li Amûdê jî tevgera ciwanên şoreşger li qada Jinê şahî li darxistin, gelek kes tevlî şahiyê bûn.

Bi stran û gerandina govendê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin