Di serê sibehê de li navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgûlê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygusuz û Hamît Ayan hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.

Sedemê binçavkirina wan nehat zanîn.

Polîsên Tirk li navçeya Mersînê Akdenîzê li taxa Şewket Sûmer bi ser mal û kargehan de girtin.

Di serdegirtinan de heqaret û êşkence li malbatan hate kirin.

Li gorî agahiyan di serdegirtina kargeha malbata Aba de teqînek pêk hat lê sedemê teqînê nehate famkirin.

Piştî ku polîsan li kagehê lêgerîn pêk anîn kesên bi navê Yoldaş Aba û apê wî Sedat Aba xistin binçavan.

Hate hînbûn ku êrişên polîsan dewam dikin.

Tê payin hijmara girtinan zêde bibe.

Li Rihayê roja Pêncşemê di serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partî Muhsîn Aydogdu jî di nav de 4 kes hatibûn binçavkirin.

Ji ciwanên binçavkirî Zozan Polat û Mahmut Çoban bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Û Muhsin Aydogdu û Omer Kistak jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û birin Girtîgeha Hîlvanê.

Biryara girtinê ji aliyê kesên li ber edliyeyê kom bûbûn ve bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hat protestokirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî li ber avahiya edliyeyê biryar şermezar kir û got:

“Em ê ala ku hevalên me Muhsîn û Omer ji me re hiştine bilind bikin.”

Polîsên tirk avetin ser mala endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen jî ew binçavkirin.

Jilîana Gozen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.