Îstixbarata Elman li şûna ku karên sîxuriyê yên rejîma Erdogan û rêxistinên Nazî bişopîne, saziyên Kurdan dike hedef.

Îstîxbaratê ku li ser PKK’ê bulteneke taybet derxist, diyar kir ku divê zext û qedexeya li ser Kurdan bidome.

Di demekê de ku li çar aliyên dinyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û xwepêşandan tên lidarxistin, saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê Rêxistina Parastina Destûra bingehîn li ser PKK’ê bulteneke taybet weşand.

Bulten di çarçoveya raporên salane yên îstîxbaratî yên li ser qedexekirina PKK’ê di çarçoveya stratejiya krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd hate amadekirin. Tevî ku PKK li Elmanyayê ti karî nake jî di raporê de tê gotin ku “Li Elmanyayê di nava rêxistinên biyanî yên tund ên ne Îslamî de”, PKK ya herî xurt e.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku navenda wê li Kolnê ye, bultena xwe bi van sernavan weşand: “Piştperdeya şerê Kurdan”, “Damezrandin, îdeolojî û armanca PKK’ê”, “PKK li Elmanya û Ewropayê”, “Qedexekirina organîzasyonan”, “Rêveberiya Ewropayê”, “Karên xwe yên medyayê”, “Bikaranîna înternetê”, “Karên xwe yên ji bo raya giştî”, “Têkiliya navbera PKK û komên çep ên tund”, “Karên lobî” û “Fînansman”.

Di bultenê de ya ji 41 rûpelî, saziyên ku bi îdîaya ‘pêwendiya xwe bi PKK’ê re hene’ hatin girtin, bi berfirehî tên vegotin. Di bultenê de hat ragihandin, tevî qedexeyên li ser PKK’ê, vê rêxistinê li Elmanyayê di nava 10 salan de hêza xwe zêdetir kiriye. Hate destnîşankirin, mijara bingehîn a xwepêşandanên PKK’ê de rewşa Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan e.

MEDYA KURD KIR HEDEF

Tevî ku salên dawî ti bûyereke tundiyê neqewimî jî, îstîxbaratê îdîa kir ku li Elmanyayê potansiyela PKK’ê ya tundiyê heye. Di bultenê de saziyên Kurdan ên bi rengekî fermî li Elmanyayê dixebitin, kirin hedef. Di bultenê de zimanê dewleta Tirk hate bikaranîn. Îstîxbaratê îdîa kir ku PKK gelek amûrên medyayê bi kar tîne û saziyên medya Kurd Yenî Ozgur Polîtîka, ANF û Stêrk TV kir hedef.

Di bultenê de hate îdîa kirin ku Yenî Ozgur Polîtîka rojnameyek e ku ji aliyê PKK’ê ve tê derxistin. Ji bo qenala Kurdî Stêrk TV a li ser Norwêcê weşanê dike hate gotin, ‘Propaganda PKK’ê dike’.

Ji bo ANF’ê jî ku navenda wê li Hollandayê ye, hate îdîakirin ku ‘di çarçoveya siyaeta agahdarkirinê ya PKK’ê’ de bi tevna nûçegihanan a li Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û welatên Ewropayê kar dike. Hate gotin, “Ajansa rojane bi Tirkî, Kurdî, Îngilîzî, Elmanî, Rûsî, Spanî, Erebî û Farsî weşanê dike.”

PIŞTEVANIYA ELMANAN, ÎSTÎXBARAT ACIZ KIRIYE!

Di bultenê de 15’ê Sibatê, 21’ê Adarê, 4’ê Nîsanê, 15’ê Tebaxê, festîvala di meha Îlonê de, 9’ê Cotmehê, 22’ê Mijdarê, 27’ê Mijdarê weke ‘teqwîma salê ya PKK’ê’ hate ragihandin û hêzên çep ên Elman û Partiya Çep jî hedef hate nîşandan.

Xuya ye hewldanên piştevaniyê yên Partiya Çep ên ji bo gelê Kurd, îstîxbarat aciz kirine. Îstîxbaratê îdîa kir ku PKK hewl dide bi rêya Partiya Çep a li Meclîsa Federal koma xwe heye, ‘siyaseta xwe belav bike’.

Di beşa ‘encamê’ ya bultenê de hate gotin, “PKK li Tirkiyeyê karên terorîstî dike û ji ber qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê, li welêt û eyaletan wê ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve were şopandin.”

GELO BULTEN JI ALIYÊ ALÎKARÊ SEROKÊ ÎSTÎXBARATÊ YÊ TIRK VE HATIYE AMADEKIRIN?

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maassen, piştî ku li ser dîmenên êrîşa li Chemnîtzê ya nîjadperestiyê gotibû ‘dibe ku dîmen sexte be’, ji wezîfeyê hatibû girtin û Thomas Haldenwang li şûna wî hatibû bicihkirin. Sînan Selen û Mîchael Nîemeîer jî bûn alîkarê Haldenwang. Balkêş e ku Selen di demekê de ku bi rejîma Erdogan re hevkariyeke xurt dest pê kir, ji bo vê wezîfeyê hate bicihkirin.

Selen ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Elmanyayê de ji sala 2015’an û vir ve bi roleke girîng radibe, Çileya 2016’an piştî civînên istişareyê yên desthilatdariya AKP û hikumeta Merkel bû nûnerê Elmanyayê yê mekanîzmaya ‘têkoşîna hevpar a li dijî terorê’. Ev mekanîzma ji bo koordînekirina têkoşîna hevpar a her du dewletan a li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û tevgerên çep ên Tirkiyeyê hatibû avakirin.