Bayik diyar kir, faşîzma li Tirkiyeyê ne faşîzmeke ji rêzê ye û got, Hîtler belasebep negotiye ku wî fikrê xwe ji Tirkan wergirtiye. Bayik got, “Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê. Ev jî ji bo mirovahiyê dibe xizmeteke mezin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a Cemîl Bayik li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, berxwedana grevên birçîbûnê, ‘Plana Têkbirinê’ ya rejîma AKP’ê û 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Bayik destpêkê bal kişand ser girîngî û dîrokîbûna çalakiya grêvên birçîbûnê ku bi pêşengya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endamê HDP’ê Nasir Yagiz tê kirin û çalakger hemû silav kir. Bayik got, “Çalakiyê sînorên zindan û Kurdistanê derbas kiriye. Dijberên faşîzmê hemû li refê çalakgeran e. Lewma ji niha ve di dîroka însanetiyê de bi cih bûye. Dibe ku çalakiyê li Kurdistanê dest pê kiribe, lê belê ji bo mirovahiyê hemû ye. Ji ber vê yekê li dijî faşîzma Tirkiyeyê ye. Faşîzma li Tirkiyeyê ne faşîzmeke normal e. Hîtler jî gotiye, ‘min ew fikir ji Tirkan wergirt’, ev rastiyekê îfade dike. Ji bo rabûna li ber faşîzmê pêwîstî bi helwesteke li dijî tecrîdê heye. Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê. Ev jî ji bo mirovahiyê dibe xizmeteke mezin.”

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ

Bayik bal işaret bi sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê kir û anî ziman, sîstema li Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye avakirin. Bayik got, “Sîstema Îmraliyê ji aliyê kê ve hate afirandin? Yên ku pêşengiyê ji modernîteya kapîtalîst re dikin ew sîstem afirandin. Çima? Bi dîtina me, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo alternatîfa sîstema modernîteya kapîtalîst e. Alternatîfeke pir xurt e û her diçe tesîrê li ser jinan, gelan, ciwanan, hêzên sosyalîst ên li dijî vê sîstemê ne dike. Ji bo wê jî dîtin ku eger pêşî li neyê girtin wê alternatîf xurt bibe, wê sîstema modernîteya kapîtalîst bixe nava rewşeke metirsiyê. Wê sîstemê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo xwe gelek gav avêt, sîstemek ava kir. Rojhilata Navîn ne weke cihekî din e, di bingeha hemû sîsteman de cihê xwe heye. Kurdistan jî li Rojhilata Navîn navendek e. Wan jî dît ku Rêber Apo sîstemê di navendê de dixe talûkeyê. Ji ber vê yekê wan xwestin pêşî li vê tevgerê bigirin, kontrol bikin, derbê lê bixin, tasfiye bikin ku sîstema wan bimeşe. Kî ne ev? Emerîka, Îngîlîstan û Îsraîl in. Yên ku vê sîstemê dimeşînin. Ji ber van sedeman Komploya Navneteweyî kirin. Gelek dewletên din jî tevlî komployê kirin, hêzên Kurd û gelek derdorên din jî tê de cih girtin. Her kesên di komployê de cih girtin, di nav de berjewendiyê xwe dîtin. Komployeke bi vî awayî mirov dikare bêje ku di dîrokê de cara yekê ye tê kirin. Di encam de li gel hemû hewldanên tasfiyekirina fîzîkî, siyasî ya PKK’ê û Rêber Apo jî, Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd komplo têk birin.”

CPT JÎ DI NAVA SÎSTEMA ÎMRALIYÊ DE CIH DIGIRE?

Bayik li ser Saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) jî got, di avakirina sîstema Îmraliyê de nûnerê CPT jî heye, sedema bêdengiya wan ya niha jî ev e. Bayik bi bîr xist ku CPT jî saziyeke modernîteya kapîtalîst in û got, “Ji bo wê jî li sîstema xwe, li êşkenceya Îmraliyê xwedî derdikevin. Tirkiyeyê jî hêzê ji wan digire.”

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BI XWE NE NETEWEYÎ NE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, li ser avakirin û amadekirina faşîzma AKP-MHP’ê jî nirxandinên girîng kirin û bal kişand ser ne neteweyîbûna wan û wiha dewam kir: “AKP û MHP ji aliyê kê ve hate avakirin? AKP çawa hat û li Tirkiyeyê bû desthilatdar? Eger ku sîstema modernîteya kapîtalîst ew amade nekiriba, alîkarî nedabana wan, ne mumkun bû ku Erdogan bihata û bibûya desthilatdar. Hin kesên li derve û nava AKP’ê ev rastî eşkere kirin. Erdogan û Bahçelî her tim dibêjin, ’em neteweyî ne, her tiştî em bi rengekî neteweyî dikin’ ev dereweke mezin e. Ji bo gelan bixapînin wan derewan dikin. Ew bi xwe ne neteweyî ne. Emerîka ew amade kirin û anîn desthilatiyê. Çawa neteweyî dibin? Ji bo desthilatiya xwe biparêzin, gelan bixapînin wisa diaxivin. Binerin çi wexta ku AKP û Erdogan ketine tengasiyê daîma Emerîka, Ewropa, Elmanya û yên din desten xwe dirêjî wan dikin û radikin ser piyan. Li derve vê dikin, li hundir jî bi giranî CHP vê dike. Binerin CHP, ji bo azadî û demokrasiye li hemberî AKP’ê tiştekî nake. Karê ku dike, ev e: ka wê Erdogan çawa rizgar bike, desthilatdariya wî biparêze. Lewma têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin,  rastiya dewleta Tirkiyeyê û wan partiyan derdixe holê. CHP ew partî ye ku dewlet ava kiriye. Ew komara ku li ser tinebûna Ermenî, Asûrî û Kurdan ava bû, teşhîr dibe. Têkoşîna me ruh dide gelan. Ji ber vê yekê li dijî Kurd û Kurdistanê hemû dibin yek, li dora Erdogan kom dibin. Sedemên ku Erdogan li ser piyan dimîne ev in. Lingekî van ê din jî partiyên Başûrê Kurdistanê ne. Hemû di nava heman sîstemê de ne. Têkoşîna Rêber Apo hem rûyê wan ê rast derdixe holê, hem jî yê xiyaneta Kurdan. Lewma yek bi yek nikarin xwe li hemberî têkoşîna me li ser piyan bigirin, alîkariya hev dikin.” 

Bayik li ser şaşitî û metirsiya hin hêzên Kurd ên bi rejîma AKP-MHP’ê tevdigerin got, “Rayedarên Tirk bi rengekî eşkere dibêjin, ‘me şaşitiyek kir, em nahêlin ew şaşitî careke din pêk were’. Şaşitî ne bi nezanî kirin, ji mecbûrî kirin. Berevajî vê, eger îro ew li ser piyan bin, li ser desthilatdariyê bin, ev yek bi saya şerê têkoşîna li dijî PKK’ê ye. Ew bi xwe dibêjin, ‘beriya têkoşîna PKK’ê me nedikarî sînor jî derbas bikin. Îro rêya nav dewletan ji me re vebû, pasaportên me hene, bazirganiyê dikin’ û hwd. Çawa ku têkoşîna me rastiya dewleta Tirk û partiyên faşîst derxist holê, gelê Şêladizê jî rastiya gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê derxist holê. Gelê Şêladizê got, ’em bi dagirkeriyê re najîn, em sînoran nas nakin, em yekîtiya neteweyî, biratiyê dixwazin’. Ev yek bi rengekî eşkere anîn ziman.”

‘PLANA TÊKBIRINÊ’

Bayik li ser ‘Plana Têkbirinê’ ya rejîma AKP-MHP’ê ev nirxandin kir: “Ev yek zehîfiya wan nîşan dide. Nîşan dide ku tevgera bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin çiqasî xurt e. Eger tevgera me xurt nebûya, ev plan amade nedikirin. Dibînin ku tevgera bi pêşengiya Rêber Apo her mezin dibe, xurt dibe. Ne tenê li Kurdistanê, li derveyî welat jî hest û hêviyan diafirîne. Ji ber vê yekê dixwazin pêşî lê bigirin, derbê lê bixin. Ji destpêka PKK’ê ve plan li ser planan amade dikin, lê planên wan netîce nedan. Her tim PKK xurt bû. Beriya vê planê digotin ’em ê di salekê de netîce bigirin’, lê dema planên wan têk çûn, vê carê jî ev plan amade kirin. Divê mirov rastiya dewleta Tirkiyeyê baş zanibin: ev dewlet, dewleteke netew-dewletî ye. Di bingeha wê de çi heye? Yek netewe, yek ziman, yek ol heye. Erdogan û Bahçelî vê her dubare dikin û ev yek faşîzm bi xwe ye. Dibêjin, divê her kes bibe Tirk. Yên ku dest ji xwe bernedin, ji bo wan mafê jiyanê bernadin. Vê jî eşkere dibêjin û dikin. Dewleta Tirkiyeyê bi temamî li ser vê esasê hatiye avakirin. Li ser şerê taybet hatiye avakirin. Lewma timî  ji bo xwe dijminan diafirîne, gelên din qetil dike, dixwaze gelê Kurd qetil bike û hindik mabû ku bigihêje armanca xwe. Gelê Kurd li dijî wê li ber xwe da. Pêkhatina armanca wan li aliyekî, her ku çû rastiya wan derket holê. Rêber Apo ew planên wan hemû têk bir. Ji ber wê jî gotin: ‘PKK û Apo nehiştin em ‘yekbûna neteweyî’ pêk bînin, me dixwest netew dewletê li Tirkiyeyê tevî serdest bikin, lê têkoşîna Abdullah Ocalan nehişt ku em netîce bigirin’. Lewma ‘Plana Têkbirinê’ amade kirin. Eşkere dibêjin, ‘li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe divê ji holê bên rakirin’. Dibêjin, ’em vê netîce wernegirin, em nikarin bijîn’. Ew partiyên li ser vî esasî çêbûne, yek jî nikare bijî. Ji ber vê yekê dema mesele dibe netewe dewlet û Kurd, hemû alîkariya hev dikin. Yanî ev dewlet bi temamî li ser dijminatiya gelan, li ser dijminatiya gelê Kurd hatiye avakirin. Li ser vê siyaseta înkar û îmhayê dimeşîne. Kî li dijî vê siyasete disekine xayîn tê îlankirin û dibêjin ‘ev Tirkiyeyê perçe dike’ û diçin ser. Lazim e ev baş were dîtin. Ev girîng e, çima? Siyaseta ku Tirkiye li dijî gelan dimeşîne hîn ji aliyê gelek kesan ve nehatiye fêhmkirin. Çi digotin? Gotin, ‘Em vê siyasete dimeşînin; eger mirov bên kuştin, bajar xera bibin, sedem PKK ye’.  Yanî dixwestin sûcên ku dikin bixin stûyê PKK’ê. Ji xwe ev karakterê faşîzmê ye. Faşîzm her tim, tiştên ku dike, berevajî nîşan dide. Şerekî psikolojik dimeşîne. Binerin, tiştên ku Erdogan û Bahçelî dikin cuda ne ji gotinên wan. Bajar talan dikirin, qebrîstan bombe dikirin, koçberî û qetlîam dikirin, digotin ’em hendekan radikin, sedema van PKK ye. Eger PKK’ê ev nekira, me û Rêber Apo me yê pirsgirêk çareser bikira’. Çima? Ji ber ku tesîra Rêber Apo ya li ser gel baş dizanin. Bi vî şeklî dixwestin ku gel rastiyê fêhm neke. Dixwestin PKK’ê û gel, PKK’ê û Rêber Apo bînin dijî hev ku bikaribin tevlîheviyê bikin, pêşî li nerazîbûnan bigirin. PDK û yên din jî  xizmet ji vê siyasetê re kirin. Ji ber vê yekê serê gelekan tevlîhev bû. Di wê derê de Erdogan û Bahçelî ev gav avêtin. Dewleta Tirkiyeyê dema ku li Îmraliyê hevdîtin dikir, ev ‘plana têkbirinê’ amade kir. Yanî di niyeta wan de çareserî tine bû, amadekariya van tiştên ku niha dikin dikirin. Dema ku fersend dîtin jî pêk anîn ji ber wê jî niha venaşêrin… Meşhûr e, tê gotin ku di Osmaniyan de lîstik zahf in, rast e, lê êdî ew lîstik pere nakin. Berê wan lîstikan pere dikir. Lê êdî Kurd hişyar bûne, wan lîstikan fêm dikin. Êdî lîstikên wan pêk nayên, ji ber wê jî mecbûr man e ku vekirî vê bikin.”

KONFERANSA CIWANAN A ROJHILATA NAVÎN

Di dewama axaftina xwe de Bayik 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn nirxand ku li Kobanê pêk hat û got, “Konferans di cih de ye, dema wê ye. Şerekî pir mezin diqewime. Hedefên wî şerî diyar in. Modernîteya kapîtalîst dixwaze bi vî şerî alternatîfên li dijî xwe ji holê rabike da ku bikaribe Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Şerê ku tê kirin di esasê xwe de di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Belkî şeklî li dijî hinekan be, lê di esasê de şer ê modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk e. Ji ber wê jî ev Konferans girîng e. Divê alternatîfa Rêber Apo ji ciwanan re baş were vegotin. Civak çi bijîn, ciwan jî wê dijîn. Divê rastiyên ku Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn afirand, fêhm bikin. Da ku bikaribin rol û wezîfeyên xwe jî pêk bînin. Divê îdeolojî, paradigmaya Rêber Apo ji bo gelan afirandiye baş fêhm bikin. Ew çiqasî baş bê fêhm bikin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn zûtir wê çareser bibin. Ev jî bi îdeolojî, felsefeya Rêber Apo dibe. Li derveyî Rêber Apo kesekî ku ji bo gelên herêmê projeyek afirandiye nîn e. Tenê projeya Rêber Apo hey ku ew were fehmkirin, wê Rojhilata Navîn di şerê cîhanê yê sêyemîn de karibe pirsgirêkên xwe çareser bike. Heta dikare li ser kok û dîroka xwe ji nû ve rabe. Divê ev konferans xizmeta vê bike. Li nava civakan hemûyan ên ku herî zêde ji fikrên nû re vekirî ne, ciwan in. Rola ciwanan a di paradîgmaya Serokatî de pêşêngî ye. Wisa texmîn dikim ku konferans wê li herêmê ruhê demokrasî û azadiyê xurt bike.”