Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern di 77’emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, “Divê veto ji holê bê rakirin û endamên daîmî (Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî) ji bo berjewendiyên neteweyî ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Ardern anî ziman ku heke Neteweyên Yekbûyî reforman nepejrîne, xetereya ku Neteweyên Yekbûyî bibe saziyek “bêpêwend” û wiha got: “Ji bo vê rewşê ji dagirkirina Ûkraynayê mezintir belkî mînakek tuneye. Ev yek rasterast bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêgezên navneteweyî ve girêdayî ye.”

Her wiha got ku divê civaka navneteweyî van nirxan biparêze.