Rapora bi navê “Tirs û xelayî” rewşa xirab a jiyana jin û keçên li Xazayê eşkere dike.
Li gorî raporê zêdetirî 10 hezar jin hatin qetilkirin, 19 hezar zarok sêwî man.
Jinên ku ji bomberdûmanê sax filitîne jî bi birçîbûn, nexweşî û tirsê re rû bi rû dimînin.
Rapor wiha didome;
“Ev şerê wêranker ê li Xezzeyê adeta vediguheriye şerê li dijî jinan.”
Pirsgirêkên wekî nebûna av, xizmetguzariyên paqijî û tenduristiyê jî tên bibîrxistin û wiha tê gotin:
“Ev ji bo rûmet, ewlekarî û tenduristiya jinan jiyanî ne.
Zêdetirî mîlyonek jin û keçên filistînî, li Xezayê nikarin xwe bigihînin van pêdiviyên jiyanî.”
Di raporê de tê destnîşankirin ku tenê aştî dikare dawî li vê êşê bîne û wiha dewam dike:
“Weke Lîjneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî em piştgiriyê didin biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 25’ê Adara 2024’an.
NY, di vê bangawaziyê de daxwaza agirbesteke lezgîn kiribû û xwestibû ku hemû kesên rehîn werin berdan.
Her wiha gelê Filistînê karibe xwe bigihîne alîkariyên mirovî.”
Di raporê de herî dawî tê gotin ku lîjneya jinan, ji bo pêdiviyên jin û keçan û pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ên pêwîst bi rêxistinên jinan û hevkarên Felestînî re dixebite.
Rapor herî dawî bibîr dixe ku bi dehhezaran pêdiviyên jiyanî li ser sînor tên rawestandin.