Sûnca: Aştî divê bi mekanîznameyên jêr ve pêkanîna kokberdana avakirina ji nû ve ya civakî be. Peymana aştiyê dibe ku armancek be lê tu carî ne armanc bi xwe ye.

Bloka îktîdarê ya AKP û MHP’ê di polîtîkaya derve de şerê xwe didomîne û doza Kurdan a ku aştiya civakî jî hatiye qonaxa xitimandinê hê jî di rojevê de ye. Gelo li Tirkiyeyê derfetê axaftina li ser aştiyê heye yan na? Wê ev tişt çawa pêk were? Endamê Koma Lêkolîna Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a Zanîngeha Gentê ya Belçîkayê Yasîn Sûnca diyar dike ku ev îxtîmal her dem heye û diyar dike ku aştî têkoşîneke wisa ye ku ji muzakereyan zêdetir divê domdar be, tevî mekanîzmayên wê ji jêr ve divê were rêxistinkirin. Sûnca derbarê avakirina aştiyê pirsên ANF’ê bersivand.

Tûnca derbarê derfetên behskirina aştiya li Tirkiyeyê got ku, “Ev îxtîmal her dem heye. Ji ber ku komên aştîxwaz her dem hene. Ez bawer im li Girava Îmraliyê, li Enqereye û li Amedê hinek kes qala vî tiştî dikin. Heke qesta me ya aştiyê sekinandina şer be, ev tiştekî din e, lê qalkirina avakirina aştiyê tiştekî din e. Aştî derbarê jêr û jor e. Li jor dewlet, desthilatdarî û aktorên siyasî hene. Li jêr jî qadeke wisa heye ku pêvajoyên demokratîk ên radîkal didome. Li qada jor aloziya global gelekî zêde ye. Aloziya jeopolîtîk a di navbera DYE û Rûsyayê de, aloziya bazirganî ya di navbera DYE û Çînê heye. Bi pandemiyê re ev tişt zêde jî bûn. Ya din guherînên herêmî a niha ji ber pandemiyê hatibin sekinandin jî tiştên rê li ber serhildana Ereban vekir jî hê neqediyaye. Ji aliyê din ve jî neofaşîzmeke global belav dibe. Ev tişt nîşana guherînekê ye jî. Ev dişibe pêvajoya di serê salên 1900’î de. Divê em bi vî awayî koalîsyona dewletê ya ku AKP’ê bi Kemalîst û dewleta kûr kiriye jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Di van şertan de tekane tişta ku dikare were avakirin jî aştî ye. Ji ber ku him di asta global, him di asta herêmî û li ser axa Tirkiyeyê em qala pêvajoyeke guherînê dikin. Li gorî min îxtîmala avakirina aştiyekê jî heye. Di vê çarçoveyê de divê îradeya aştiyê ya li Kurdistanê jî radîkaltir bibe. Divê karibe xwe ji nû ve ava bike. Divê têxe formeke wisa ku li dijî desthilatdariyên cihê karibe li ber xwe bide. Yek ji benda girîng a avakirina aştiyê jî divê ev be ku mirov li dijî manîpulasyonên desthilatdariyên cihê karibe li ber xwe bide.”

Tûnca diyar kir tişta ku em îro jê re dibêjin pêvajoya aştiyê rabirdûyeke wê ya dîrokî heye û got ku, “Ev jî herî kêm xwe dispêre salên 1989. Divê mirov hevdîtinên aştiyê nexe navbera salên 2013-2015. Heke em li pêvajoya aştiyê binihêrin li gorî dewletê ev tişt tê wateya ku divê PKK dev ji çekan berde. Ya di hişê PKK û Tevgera Kurdan de jî rewşeke mezintir a xwedî kûrahiyeke dîrokî bû. Ne Tevgera Kurdan karî vî tiştî di pêvajoyê de derxe holê û ne jî dewletê karî çekan ji destê PKK’ê derxîne. Heke em qala wê pêvajoyê bikin, divê em qala windabûna pratîka muzakere û têkoşînê jî bikin, li gorî min hêmana herî girîng ev bû. Ev jî ev ku piştî aştî hate bidestxistin, mirov bibêje ‘Temam, ev kar qediya’. Di navbera garantîkirina aştiyê û domdariya aştiyê ya di nav pratîk û dînamîkên civakî de ferqeke mezin heye. Yek jê muzakere ye ya din jî awayê wê yê bi têkoşînê ye. Li Tirkiyeyê di vî warî de hin kêşe hebûn. Ew jî windabûna hevsenga muzakere û têkoşînê bû. Di wan deman de rehaweteke gelekî mezin hebû. Vî tiştî jî têkoşîn danî aliyekî. Hêzên demokrasiyê yên rûbirûyî dewletê man jî, şaş man. Ez vî tiştî ji bo Tevgera Kurdan nabêjim, bi giştî ji bo Tirkiyeyê dibêjim. Hevsenga muzakere û têkoşînê li gorî min girîng bû.”

Tûnca diyar dike ku tiştekî din jî a girîng ev bû ku civak têra xwe tevlî vê pêvajoyê nebû û got, “Mekanîzmayên aştiyê yên di wan deman de, bêtir li ser qanihkirina civakê bû. Mirovên rûspî hebûn ku herêm bi herêm digeriyan. Civak ji jêr ve nedihat rêxistinkirin, ji jor ve dihatin qanihkirin. Ev tişt di nav tu şertan de têr nake. Ji ber ku em qala pêvajoyeke wisa dikin ku dîrokîbûna xwe ji pêvajoya netewe-dewletê werdigire. Ji bo ku civak tevlê bibe, divê hewldanên mezin bihata kirin.

Tûnca derbarê êrîşên AKP’ê yên li ser rêveberiyên herêmî jî got ku, “Aştî jixwe tişta herêmî ye. Rêveberiyên herêmî bêtir qadên wisa ne ku mekanîzmayên aştiyê lê tên avakirin. Rola rêveberiyên herêmî di vî warî de gelekî girîng e. Lê divê ev tişt jî were diyarkirin. Ev tişt jixwe di rojeva tevgera Kurdan û ya di hêzên demokrasiya radîkal û şoreşger de ye jî. Di navbera rêveberiyeke herêmî ya komunal û civakparêz û ya di navbera destê xwe li ber dewletê vedike, ferqeke mezin heye. AKP’ê vê pratîka demokratîk a radîkal desteser kir. Divê mirov li van pratîkên rêveberiya herêmî jî binihêre, rêveberiyên herêmî û yên li Kurdistanê dijîn gelo çiqasî xwedî li vê pratîka demokrasiya radîkal derketin. Divê mirov vê beşê jî nîqaş bike lê diyar dikim ku ew jî di bin zextên AKP û dewletê de bûn.”

Tûnca herî dawin diyar kir ku dewleta Tirkiyeyêya Tirk û Îslamîstan e û got “Elewî, Kurd, Ermen û nasnameyên din di nav vî tiştî de nagirin. Vê mekanîznamaya hîyerarşîk astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye. Heke em pêvajoya li Kolombiyayê bînin bîra xwe, beriya her tiştî di referandûmê de aştî hate redkirin. Ji ber ku beşa xwedî îmtîyaz nedixwest ev tişt ji nav destê wan derkeve. Em mînakeke xeyalî bidin. Li Kurdistanê hevdîtineke aştiyê heye, wê PKK û dewlet li hev rûnên. Lê kesên li Yozgat, Îzmîr û Kocaeliyê yên ku ev şer nejiyane, wê vî tiştî red bikin. Refleksa kesên aştiya li Kolombiyayê nedixwestin jî piçekî wisa bû. Dewlet tu carî wê nexwaze ku dest ji van îmtîyazên xwe berde, aştiya bi xwînî ya li Kolombiyayê jî vî tiştî nîşanî me dide.

Gotina dawîn mirov dikare bibêje ku aştî bi domdariya mekanîzmayên aştiyê dikare pêk were. Li jor dibe ku hin garantî were dayin lê li jêr heta ku ev tişt nekeve pratîkê wê aştî temam nebe. Aştî divê bi mekanîznameyên jêr ve pêkanîna kokberdana avakirina ji nû ve ya civakî be. Peymana aştiyê dibe ku armancek be lê tu carî ne armanc bi xwe ye.”