Mekteba Siyasî ya YNKê, doh dibin serokatiya Bafil Talebanî de civiya û piştî civînê daxuyaniyek da.

YNK’ê got; YNK’e, her hewlek otorîter a li ser lihevkirina di navbera partiyan de, ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê red dike. Divê hilbijartin bêne kirin û weke Komsiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê destnîşan kiriye, hemû tedbîrên yasayî bên pêkanîn.

Her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan, li dijî biryarên Dadgeha Federalî û tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ye. Ev hewl wê di paşerojan de rewşek ciddî ya siyasî derbixe holê.

YNK’ê ragihand ku wan di civînê de 3 xal pejirandin û got; Em ê hevdîtinên eşkere û ciddî, bi dostên proseya siyasî ya Kurdistanê, Iraq, civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî re bikin û wan ji pêşketinan agahdar bikin,.

Li gel hêzên Kurdistanî yên ku doza pabendbûna bi dema hilbijartinê re dikin, em ê lihevkirina neteweyî bikin û hewl bidin ku demokrasî were xurtkirin.

Em ê, li gor destûra Iraqê û yasayên cîbicîkar parastinê mafên gelê xwe we bikin.

YNK’ê herî dawî bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna ‘legal û demokratîk’.