Ji bajarê İngilistan Lîverpoolê ji bo İmraliyê kart û name hatin şandin

Li Lîverpoolê ku yek ji bajarên girîng ên Îngilistanê ye, Kurd di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ çalakiyan lidar dixin.

Di vê çarçoveyê de bi wesîleya sala nû, xelkê Lîverpoolê ji Rêber Abdullah Ocalan re bi peyamên aştiyê qertpostal şandin. Niha jî bi peyamên aştî û azadiyê şandina kar û nameyan didem.

Bi vê armancê li gelek deverên qelebalix ên bajêr stand hatin danîn.

Tê armanckirin, bi giştî ji Brîtanyayê 5 hezar kartpostal ji Îmrailyê re bêne rêkirin.

Ji Lîverpoolê jî hedef şandina 500 kartpostalên bo Îmraliyê ye.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Seyît Sûrûç got, em bi vê çalakiyê aştiyê mezin dikin