Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek deverên cîhanê hate pîrozkirin Li bajarên Gavle, Borlande, Bordeaûx û Torontoyê pîrozbahî hebûn.

Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek deverên cîhanê hate pîrozkirin Li bajarên Gavle, Borlande, Bordeaûx û Torontoyê pîrozbahî hebûn.

GAVLE: Li bajarê Gavle yê Swêdê, mîna salên derbasbûyî li gelek bajaran pîrozbahî li derve hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku roja Şemiyê saet di 17:00 de pêk hat, bi deqeyeke rêgirtinê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Gavlebrogê Makbûle Maraş piştre axivî û got, “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd cejna vejînê ye. Fîşeka ku fermandar Egîd û hevrêyên wî wê rojê teqandin, îro li Heftanînê deng vedide.” Nûman Bakûr piştre axivî û got, “Piştî 30 salan me fêhm kir ku fîşeka destpêkê gihîştiye armanca xwe.” Piştî axaftinan xwarin li beşdaran hate belavkirin.

BORLANGE: Li bajarê Borlange yê Swêdê, pîrozbahiyek hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda “Ey Reqîb” dest pê kir. Şefîk Agir bi navê NÇDK’ê axivî û şehîdên 15’ê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr anî. Agir got, “Yên ku em gihandin vê rojê ew in.” Agir bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û berxwedana Heftanînê silav kir. Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîzat jî beşdarî çalakiyê bû û destnîşan kir ku divê PKK weke nûnerê rewa yê Kurdan bê dîtin. Rîzat her wiha bang kir ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Kurdistaniyan li meydana Stalîngradê govend gerandin û 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Piştre bi pêşengiya Meclîsa Bordeaûxê ya CDK’ê heta meydana Vîctoîreyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG û YPJ’ê hatin hildan û bi belavkirina belavokan bi dawî bû.

TORONTO: Salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Toronto yê Kanadayê li Navenda Civaka Demokratîk hate pîrozkirin. Di şexê fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevîzyon hate nîşandan. Hevserokên navendê Yahya Dûrsûn û Leyla Elmas li ser girîngî û wateya 15’ê Tebaxê axivîn.