Li devera Girê Bêrmegê û Şilerû yên herêma Çiyayê Cûdî ya li pêşberî navenda bajarê Şirnexê şewat derket. Şewata ji ber topberana qereqolên li derdor, her ku diçe mezin û belav dibe.

Şewata ku ji navenda bajar bi awayekî baş tê dîtin, ti mudaxele nayê kirin.

Rojên borî jî li devera dikeve navbera Silopiya û Çiyayê Cûdî de jî şewatekî mezin derketibû. Şewata ji ber bomberdûmanê derketî ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.