Li Çiyayê Cûdiyê 3 sal in ekolojî tê qirkirin.

Li hin deverên Çiyayê Cûdiyê dem bi dem bi hinceta “ewlehiyê” qedexe tên ragihandin.

Bi pesendkirina Walîtiya Şirnexê jî li gelek deveran ekolojî tê qirkirin.

Walîtiya ku bi hinceta “ewlehiyê” nahêle mirov biçin nav zeviyên xwe, li herêmê rê, qaleqol û qûleyan çêdike.

Li quntara Çiyayê Cûdiyê ya li hêla Silopiyayê mêze dike, li nêzî gundê suryaniyan Hesena par qaleqol hat çêkirin.

Ji ber vê bi deh hezaran darên gund bi destê cerdevanan hatin birîn.

Di 4 salên dawî de li Çiyayê Cûdiyê 55 qûleyên leşkerî hatin avakirin û Walîtiya Şirnexê ya ku talana ekolojiyê didomîne, ji bo xwegihandina herêmên leşkerî û qûleyên ewlehiyê jî bi giştî 69 kîlometre rêya bi beton çêkir.

Her wiha bi dehhezaran darên li qeraxa rê û qûleyan jî bi destê cerdevanan hatin birîn.

Ji bo xwegihandina qûleyên leşkerî û herêmên leşkerî li bejahiya gundê Cifanê kaneke keviran hat avakirin.

Di dîmenên hatine girtin de li herêmê ekolojî tê talankirin.

Ji bo bidesxistina keviran li gelek deverên çiyê dînamît tên teqandin.

Ev dînamît zirareke mezin dide xwezayê.

Cerdevan dîmenên talana li herêmê dikişînin û li ser hesabên xwe yên medyayê dijital belav dikin.