Yûsûf Bor ku piştî kete girtîgehê destûr nehate dayin ku tedawiya çavên wî dewam bike, nema dibîne. Bor ji sedî 94 êdî nabîne. Bor got, “Êdî nabînim. Zilm li girtiyan hemûyan tê kirin.”

Malbata Bor a li taxa Xaçortê ya Wanê, mînaka herî nêz a zilma dewleta Tirk e. Yûsûf Bor dema ku serdana hevsera xwe Behîcan Bor a li girtîgehê kir, ji ber lêpirsînekê hate girtin û 3 sal û neh mehan li girtîgehê hate hiştin. Beriya bikeve girtîgehê nexweşiyeke bi navê tansiyona çav pê re hebû, lê ji ber ku tedawî dibû çavên wî didît. Piştî ku kete girtîgehê, ji ber ku destûr nehate dayin tedawiya xwe dewam bike, niha ji sedî 94 çavên wî nabîne. Bor di 10’ê Mijdara 2019’an de hate berdan û giliyê rêveberiya girtîgehê kir.

Yûsûf Bor ku ji Feraşînê ya Şirnexê ye, beriya ku qeyûm li şaredariya Wanê bê tayînkirin li xerajeke şaredariyê kar dikir. Bor qala girtina xwe kir: “Li mîtîngeke li Wanê ku Selahattîn Demîrtaş tevlî bû, ez li xeraja şaredariyê dixebitîm. Piştî mîtîngê zarok ketin xerajê. Polîsan avêtin ser û hingî ez berpirsyarê xerajê bûm. Ez jî bi wan re destgîr kirin û xistin girtîgehê.”

Bor li girtîgehê ji bo tedawiyê gelek caran serlêdan kir lê belê kir nekir ew nebirin nexweşxaneyê. Têkildarî wê demê Bor got, “Min ji dozgeriyê re got, ‘hûn zextê li min dikin, hûn lêgerîna tazî li kesên tên serdana min ferz dikin. Tansiyona min a çav heye. Hûn tedawî nakin’. Min ev îfade da. Min gelekî li ber xwe da. Ev dinya bêedalet nameşe, edalet divê. Dadger dozger bûne polîs, polîs jî bûne dadger, dozger.

Piştî van gotinan ji min re got, ‘biçe koxûşê, bi yekî ku xwendin nivîsandina xwe baş e daxwaznameyekê bide nivîsandin’. Piştî vê daxwaznameyê ez birin nexweşxaneyê. Lê heta wê demê ji xwe çavên min kor bûbû. Li revîrê derman dida. Min got, divê hûn tedawiyê bikin. Ji min re gotin ‘rehên çav ziwa bûne, ji tansiyonê wiha bûye. Çareyeke xwe nîne’.”

‘EM DOZA XWE DIPARÊZIN’

Bor piştî ku ji girtîgehê derket çû Stenbolê, lê dîsa nehate tedawîkirin. Yekane êşkenceya ku li Bor hate kirin ne tenê ev e. Di sala 1994’an de jî hate destgîrkirin û 20 rojan êşkence lê hate kirin. Tevî kiryarên bi serê wî ve hat Bor got, “Em doza gelê xwe, ya hevalên xwe, partiya xwe diparêzin. Ji xwe zilmê li girtiyên nexweş hemûyan dikin.”

Behîcan Bor jî bang li welatparêzan kir ku ji bo tedawiya hevserê wî alîkariyê bi wan re bike û ji xwest ku girtiyên nexweş hemû bên berdan.