Kampanya îmzeyan bi pêşengiya înisiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Apo ya bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpêkir.

Daxuyanî li bajarê Qamişlo stada şehîdên 12’ê adarê hat dayîn, endamên saziyan, rêxistinên jinan, saziyên hiquqê, şêx û ruspiyên eşîran beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Dewleta Tirk nahêle malbat û Parêzer biçin îmraliyê. Agahiyên derbarê rêber Apo de vedişêre. Hevdîtina dawî a bi parêzeran re 7’ê tebaxa 2019’an bû. Hevdîtina dawî ya rû bi rû bi Mehmet Ocalan re 3’ê Adara 2020’î de pêkhat. Pêwendiya herî dawî ya bi riya telefonê ku 5 deqe derbas nekir di 25’ê Adara 2021’ê de bû.

Dewleta tirk daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya 6’ê Îlona 2022’an, bê bersiv hişt, banga têkildayîna demildest bi Rêber Apo re kir. CPT’ derbarê Îmraliyê de ti daxuyanî neda.

Hemû gelên li bakur û rojhilatê Sûrî derbarê rewşa Rêber Apo de bi fikar in. Em li ser vê dest bi kampanya komkirina îmzeyan dikin. Lazime Neteweyên Yekbûyî bi rola xwe rabin, zextê li Tirkiyê bikin ku biryarên hatine girtin pêkbîne. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî û desteyên mirovî dikin, bi rola xwe ya ji bo doza azadiya Rêber Apo rabin, tecrîdê dawî bikin, bila Rêber Apo azad bibe.