Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji bo bîranî şehîdan merasîm pêkhat.
Segvan Nêrwehî, şehîdên enternasyonalîst Têkoşer Piling (Lorenzo Orsttei), Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) û Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) hatin bîranîn
Alîkarê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Şoreş Didêrî di bîranînê de axivî û got,
Berî her tiştî bila serê Rêber Apo sax be, şehîd wateya jiyana me ne.
Birayê Şehîd Segvan Nêrwehî Ehmed Nêrwehî jî got:
Birayê min her tim li dijî neheqî û zilmê radiwestiya. Emê rêya wî bişopînin û xwedî li têkoşîna wî derkevin. Raman û xebatên wî her tim ji bo azadiyê bû.
Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdên enternasyonalîst hate temaşekirin û dirûşmeya Şehîd Namirin hate berzkirin.