Pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bû bingeha ku gel bi ruhê sefrberiyê, civîn, semîner û çalekiyan bike.

Doh jî, li Fransa bajarê Saînt-Avold, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hate pêkanîn.

Di civînê de qala pêvajoya dîrokî ya komploya navneteweyî hate kirin û hate gotin tecrîda di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, li ser gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin.

Di civînê de hate ragihandin ku çareseriya aştiyane ya mesela Kurd Îmrali ye û wiha hate gotin;

Rêber Apo îradeya gelê Kurd e. Êşkenceya bi rêk û pêk a li Îmraliyê li dijî gelê Kurd hatiye kirin. 3 sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Tecrîd û êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê saziyên pêwendîdar hesab bipirsin

Di civînê de ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Elmanya bajarê Kolnê banga tevlîbûnê hate kirin.