Fûad Esad, 70 saliye, malbata wî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de 8 şehîd dane.

Fûad Esad ê salên 1995 û 1998’an Rêber Apo dibîne vê dibêje:

Divê ji bo azadiya wî têkoşîneke xurt pêwiste were kirin. Bi saya Rêber Apo û milîtanên PKKê em bi Kurditiya xwe hesiyan.
Berê me nikaribû bêjin em Kurd in. Lê piştî Rêber Apo û PKKê û bi saya şehîdan şoreş hate kirin.

Fûad Esad destnîşan kir ku piştî naskirin û dîtina Rêber Apo, mala wan bû mala hevalan û got;

Ne tenê gelê Kurd, gelê Suryanî, Asûr û Ereb jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan xwedî sempatî bûn. Ev smpatiya wan niha hina zêdetir çêbûye.
Li hemberî Rêber Apo û PKKê, di şexsê wan de li dijî gelê Kurd û hemû gelan xiyanetek mezin hate kirin. 15’ê Sibatê rojeke reş e, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelan hate pêkanîn.

Em teva, hemû gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn deyndarê Rêber Apo ne. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî, divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Divê em bi çalekiyên xwe, rojek beriye rojekê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê gel dakevin qadan û hîn bi xurtî daxwaza azadiya wî bikin.