Festîvala Çand û Sporê ya Hasan Kiziler îsal cara 12’an pêk tê. Ji bo festîvalê ku wê 18’ê Gulanê li bajarê Solothurn ê Swîsreyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Festîvala Çand û Sporê ya Hasan Kiziler ku her sal bi rengekî kevneşop li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal cara 12’an pêk tê. Festîval wê 18’ê Gulanê li bajarê Solothurnê bi dirûşma ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Rêbertî û Kurdistanê azad bikin’ pêk were. Tevî pêşbaziyên sporê û çalakiyên çandê, wê hunermend Çetîn Oraner, Serhat Çarnewa, Medî, Seyda Perînçek, Yûnûs Pîran û çend hunermendên surprîz jî derkevin ser dikê.

Kiziler yek ji xebatkarên rojnameyên Roja Ciwan/Stêrka Ciwan û Berxwedanê bû û sala 1995’an tevlî nava refên PKK’ê bû. Hîn mehek bû ku di nava refên gerîla de bû, lê belê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li herêma Xakurkê tevî 7 hevalên xwe şehîd bû. Li Swîsreyê her sal bi navê Kiziler festîvala ciwanan tê lidarxistin.