Kampanya bi ser navê “Em pira azadiyê ji bo zindanan ava dikin’ hat destpê kirin.

Komele bi vê kampanyayê armanc dike ku pirtûkan bigihîne girtiyan.

Endama Komelê Sînem Çuhadar der barê kampanyayê de axivî.

Kampanya 29’ê Tebaxê destpêkir û di kampanyayê de sînor tune ye.

Armanca me gihandina pirtûkan û piştevaniya ji bo wan e.

Daxwaza me ew e herkes tevlî kampanyayê bibe.

Kesê dixwaze dikare pirtûkên xwe deyne Komeleya Alîgirên Amedsporê ya li pişt kolana Hunerê.

Sînem Çuhadar got; ew ê li dijî kirin û hewldanên belavkirina hişbirê jî kampanyayekê bidin destpê kirin.

Xwest herkes beşdarî kampanyayê bibe.