Tevî ku bi havînê re çalakiyên çand û hunerê dest pê kir, li ser Kurdî qedexe hatin danîn. Di qedexekirinê de zêdegaviyeke welê hate kirin ku stranên bi Kurdî yên li girtîgehan jî hatin qedexekirin.

Zext û zordariya li ser Kurdî bi salan e dewam dike. Zext ti carî kêm nebû. Bi şewba Covid-19 re ev nexweşî ji bo qedexekirina çand û hunera Kurdî weke hincetekê hate bikaranîn, lê li pêşiya çalakiyên Tirkî nebû asteng. Herî dawî Walîtiya Mêrdînê lîstika bi Kurdî qedexe kir û destûr da şanoya bi Tirkî. Bi havînê re qedexeya li ser çalakiyên Kurdî dest pê kir. Dema ku mirov bala xwe dide ser qedexeyên li çalakiyên çand û hunera Kurdî di sala 2021’ê de hatine birîn, ne tenê li ser dikê her wiha li girtiyên ku li hucreyan bi Kurdî stran gotin jî ceza hatin birîn. Me nûçeyên Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Karinca û Sûsma24 ên li ser qedexeyên nava salê kom kir.

2’Ê HEZÎRANA 2021
Li dijî biryara Qeymeqamtiya Gazîomanpaşayê ya sala 2020’an a qedexekirina lîstika şano ya Bêrû ya bi Kurdî, doz hate vekirin. Rûniştina vê dozê pêk hat.

17’Ê HEZÎRANA 2021

Doza ji bo rawestandina rêvebirina biryara qedexeyê ya li ser lîstika Bêrû hate redkirin. Di biryara dadgehê de hate hate îdîakirin ku “TJN bi NÇM’ê re, NÇM jî bi PKK’ê re têkildar e.”

7’Ê TÎRMEHA 2021

Tîmên zabitayê yên Şaredariya Beyoglû ya Stenbolê, di 7’ê Tîrmehê de destûr neda ku muzîsyen li Kolana Îstîklalê bi Kurdî bistirên. Dest danîn ser amûrên muzîkê yên muzîsyenan.

23’Ê TEBAXA 2021

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de 9 jin ên li Girtîgeha Xarpêtê girtî ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.

31’Ê TEBAXA 2021

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ber ku bi Kurdî stran gotin ketin ber lêpirsînê. Girtiyan xwestin parastina xwe bi Kurdî bikin, lê belê hatin astengkirin.

16’Ê ÎLONA 2021

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî 13 kesan bi hinceta ku 14’ê Tebaxa 2021’ê di mîtîngekê de li ber strana ‘Serhildan jiyan e’ ya Şivan Perwer govend gerandine dest bi lêpirsînê kir.

5’Ê COTMEHA 2021

Dadgeha Destûra Bingehîn, cezayê 2 salan ê li Kadrî Pervane yê li Amedê li otobusa gel bi dengê bilind li muzîka Kurdî guhdarî kiribû hate birîn, li gorî hiqûqê guncaw dît. Di biryarê de hate îdîakirin ku Pervane ‘propaganda rêxistina terorê’ kiriye û cezayê lê hatiye birîn jî ‘binpêkirina azadiya îfadeyê nîne’.

13’Ê COTMEHA 2021

Weşanxaneya Avesta xwest li Mêrdînê bi nivîskar Mîrza Metîn hevpeyvîna li ser wêjeya Kurdî li dar bixe, lê belê polîs hatin cihê hevpeyvînê û bi hinceta ‘şewbê’ astneg kirin. Hevpeyvîn nîvco ma. Li ser vê yekê Weşanxaneya Avestayê ragihand ku biryar daye çalakiyên xwe yên li Mêrdînê rawestîne.

16’Ê COTMEHA 2021

Pîrozbahiya salvegera 30’emîn a damezrandina NÇM’ê ku wê li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê bihata lidarxistin, tevî ku Walîtiya Stenbolê destûr da, çend saet beriya destpêkirinê ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hate qedexekirin.

13’Ê MIJDARA 2021

Muzîsyenê Kurd û ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotampyayê Veysî Ermîş ji ber gotinên ‘Kurdistan’ û ‘Gerîla’ yên di stranên wî de îfade da û bi îdîya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ salek û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.

15’Ê MIJDARA 2021

Qeymeqamtiya Fatîhê pêşandana stand upê ya ‘Dawiya dawî’ qedexe kir ku wê di çarçoveya kampanya ‘Em têkiliya bi narkotîkê re qut bikin jiyaneke nû ava bikin’ ya Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP’ê bihata lidarxistin.

16’Ê MIJDARA 2021

Şaredariya Keçîorenê ya AKP’î konsera hunermendê Kurd Mem Ararat a 4’ê Kanûna 2021’ê ya li Navenda Çandê ya Neşet Ertaş betal kir.

5’Ê KANÛNA 2021

Walîtiya Mêrdînê lîstika ‘Tartufe’ ya bi Kurdî ku wê 5’ê Kanûna 2021’ê li salona Yay Grand Otelê bihata lidarxistin qedexe kir.

SIBE: Ji kedkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê peykeltraş Şahîn Dogan li ser zexta li çanda Kurd ji ANF’ê re axivî.