Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî Vedat Erkmen bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

Girtî Vedat Erkmen ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û 374 sal ceza lê hatiye birîn, li hucreyeke Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

Saet derdora 21:00 rêveberiya girtîgehê li malbata Erkmen geriya û îdîa kir ku li hucreyê dawî li jiyana xwe aniye.

Rêveberiya girtîgehê her wiha ji malbatê re îdîa kir ku wan hewl dane Erkmen bigihînin nexweşxaneyê, lê belê di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Xizmên Erkmen ên li Stenbolê tevî parêzerên xwe ber bi Tekîrdagê ve bi rê ketin.

‘EM QEBÛL NAKIN’

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Me agahiyeke din a giran girt. Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest da. Em van êşên ku li pey hev rû didin normal qebûl nakin. Em bang li pêwendîdaran dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin. Em sersaxiyê ji xizm û malbata Vedat Erkmen re sersaxiyê dixwazin.”