Şeva 6’ê Sibata 2023’an bi navend Bazarcixa Mereşê li ser hev 2 erdhej çêbûn.

Ya pêşî bi pleya 7. 8, piştî wê çend saetan bi pleya 7. 6 erdhej pêkhat, li qadeke 120 hezar kîlometre – çargoşe rasterast bandor li 14 milyon welatiyan kir.

11 bajar ji erdhejê bandor bûn, lê hêrî zêde jî Mereş, Semsûr û Hatay.

Li gorî daneyên fermî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 107 hezar kes jî birîndar bûne, lê hejmar ji vê jî qat bi qat zêdetir e, tê gotin di erdhejê de bi kêmanî, 130 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi giştî 36 hezar û 932 avahiyan bi temamî hilweşiyan, 311 hezar avahî nayê bikaranîn. Bi milyonan kes neçar man koç bikin.

Dewleta Tirk a bi salan baca erdhejê ji gel girt, di dema erdhejê de ne li wir bû, gel bi hewara hev çûn, birîndar ji bin kavilan derxistin. Gelek cenaze bi komî hatin veşartin. Bê ku cenazeyên ji bin kavilan derxin, wan rizgar bikin, kavilên xirbeyan hatin rakirin.

Erdhejê herî zêde bandor li jin û zarokan kir, derket holê, gelek zarok di dema erdhejê de hatin revandin û firotin, hin ji wan jî dan tarîkatan.

Li gorî agahiyên komeleya maxdurên erdhejê û komeleya alîkariya ji bo kesûkarên erdhejê, li 11 bajarên ku erdhej lê pêkhat, 36 ji wan zarok hê jî 147 kes winda ne.

Desthilata AKP’ê ya nekarî krîzê birêve bibe û pergala xwe ya rantê veşêre şerê taybet kir, di demek şûnde jî rewşa awarte ragihand.

Navenda vî şerê taybet jî Wezareta Karên Hundur bû. Li ser çapemenî û medya dîjîtal nûçe û agahiyên derew ên dizî, wêrankirin û hwd. weşandin, xwestin civakê bi van derewan mijûl bikin.

Gelek kesên piştî van agahiyan berê xwe dan herêma erdhejê û bûn hedefa lînçkirina bi destê çeteyên AKP-MHP’ê. Hêrsa gel a li hemberî bê tedbîrî û kêmasiyên desthilatê manîpule kirin. Piştî erdhejê civak bê alîkarî, bê av ma, ya herî xerab jî yên sax mayî bi toza rakirina kavilan, bi nexweşiyan ketin.

Şefê Tirk Erdogan 31ê Adara 2023’an da xuyakirin, ku wê di salekê de 319 hezar avahiyan bidin mexdûran û tevahî 650 hezar avahiyan ji nûve çêkin. Lê ev yek jî ji bo hilbijartinan bû, salek di ser erdhejê re zivîrî lê hat heta niha tenê nêzî 60 hezar avahî hatine çêkirin û ev jî bêpere nehatine dayîn. Kêmî 20 hezar xanî dane mexdurên erdhejê

Wezîrê Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî piştî salekê, bi xwe Erdogan derewîn derxist û got: ewqas avahî ne mumkune di salekê de bêne çêkirin.

Erdogan herî dawî xemsariya dewletê yê li hember xelkê Antakyayê itiraf kir got, li Antakyayê Rêveberiya wan bi şaredarê CHPê yê bajêr re nexebitiye û bajêr bê xwedî maye. Heke şaredarî ne di destê AKPê be wê ev yek dewam bike.

Hê jî bi hezaran kes li bajarên erdhej lê çêbû, di çadir û konteyniran de dijîn, cihek nîne biçinê.

Erdheja 6’ê sibatê bandor li Efrînê bi taybet Cindirêsê jî kir bû sedem hezar û 100 kes canê xwe ji dest bide, 278 avahî hilweşiyan, zirar giha hezar û 110 avahiyan