Gerillayê HPG Çetîn Temel bi nasnav Demhat, li gundê Daraqolê yê navçeya Amed Licê, di encama şarê li dijî hêzên dagirker de şehîd bû û di bin dorpêça polîsan de li gundê Sixkê yê Riya Armuşê hate veşartin.
Ji bo şehîd Temel, li gundê Sixkê yê navçeya Wan Rêya Armûşê şîn hat danîn.
MEBYA-DER, TJA, Meclisa Tayikên Aştiyê, DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk, parlementer, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê û bi sedan kes çûn mala şînê.
Doh jî, ji bo şehîd Demhat mewlûd hate dayin.