Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Marsîlyayê hate protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastina Medya li Frensa bajarê Marsîlya bi daxuyaniyekê hatin protestokirin.

Girseya ku li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) li Belle de Maî kom bû, dirûşme berz kirin û di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku

“Dewleta Tirk a kujer Başûrê Kurdistanê dagir dike.

PDK jî di xeta xiyanetê de israr dike.

Desthilatdariyek westiyayî nikare rê li ber dagirkirinê bigire.

Divê baş bêzanîn ku gelê Kurd û dagirker û zayinan biavêje ser sergoyên dîrokê.

Axaftivanan banga tevlîbûna meş û mîtînga girseyî ya roja Şemiyê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li bajêr kirin.