Ji raya giştî re:
2’yê Mijdara 2018’an sibeha roja Înê saet di 10:30’an de sekvanekî artêşa Tirk nûçegihanên ajansa me ANHA’yê Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed li bajarê Girê Spî yê nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hedef girt û di encamê de bi giranî birîndar bûn û niha li nexweşxaneya Girê Spî tên dermankirin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê Îbrahîm Ehmed û Gulîstan Mihemed bi peywira xwe ya ragihandinê radibûn û destdirêjiyên artêşa Tirk der heqê welatiyên sivîl li taxên bajarê Girê Spî yên nêzî sînor de dişopandin. Nemaze piştî ku artêşa Tirk gule li welatiyên bajêr û gundên wê barandin û di encamê de zaroka 6 salî ya bi navê Sara Mistefa şehîd bû û hejmareke din ji welatiyên sivîl birîndar bûn.

Dema ku her du nûçegihanên me bi peywira xwe ya nûçevaniyê radibûn, sekvanekî artêşa Tirk ew hedef girtin û di encamê de nûçegihan Îbrahîm Ehmed ji destê xwe birîndar bû û nûçegihan Gulîstan Mihemed jî ji rûyê xwe birîndar bû. Her du nûçegihan ji bo dermankirinê ber bi nexweşxaneya Girê Spî ve hatin veguhastin. Rewşa hevala me Gulîstanê metirsîdar bû û ji ber vê yekê ber bi nexweşxaneya Minbicê ve hate veguhastin û niha di bin çavdêriya awarte de ye.

Sicîla her du nûçegihanan û cihê kar û niştecihbûna wan wiha ye:

Nav û paşnav: Îbrahîm Ehmed Merto
Dîroka jidayikbûnê: Gundê Bîr Ereb, 01.01.1991
Navê dayikê: Cemîle
Kar: Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)
Niştecihbûn: Bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê
Birîn: Guleyek li destê wî ketiye û niha li nexweşxaneya Girê Spê tê dermankirin.

Nav û paşnav: Gulîstan Mihemed Elî
Dîroka jidayikbûnê: Bajarê Girê Spî 06.06.1998
Navê dayikê: Kelîme
Kar: Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)
Niştecihbûn: Bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê
Birîn: Guleyek li rûyê wê ketiye û rewşa wê metirsîdar e û ji bo birînkariyekê ber bi nexweşxaneya Minbicê ve hate veguhastin, hê jî di bin çavdêriya awarte de ye.

Girêdayî mijarê ajansa me ANHA’yê ji dema hatiye damezirandin ve di bihara 2013’an de û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve em wek komeke çalakvan û rojnamevan, me xwest rastiya rewşa mirovî û civakî û leşkerî li ser erdê bêyî ku alîgiriya hin aliyan bikin, me girt ser milên xwe da ku em bibin dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em di xebatên xwe de rêgezên çapemenî û mirovî di şopandina rewşan de bingeh ji xwe re digirin. Ji ber vê yekê êdî ajansa me li seranserê Sûriyeyê bi rastbûna xwe tê nasîn û me hemû bûyerên civakî û leşkerî di Sûriyeyê de ragihandin.

Ji destpêka derketina rêxistina terorîst DAIŞ li Sûriye û Iraqê ve ku metirsiya herî mezin li ser cîhanê ye, me wek ANHA bi saya nûçegihanên xwe şer û çalakiyên rizgarkirina sivîlan ji destên terorê şopandin û me êşa koçber û welatiyan parve dikir û me dengê wan li cîhanê belav dikir. Di encamê de di havîna sala 2017’an de 3 nûçegihanên me dema ku şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina terorîst DAIŞ’ê dişopand, di êrîşeke xwekujî ya terorîstên DAIŞ’ê li dijî koçberan li gundewarê Dêrazorê de şehîd bûn.

Li ser vê bingehê em ji raya giştî ya cîhanê û bi taybet ji dezgehên çapemeniyê re û ji aliyên ku azadiya çapemeniyê li cîhanê diparêzin re dibêjin ku em wek Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) van êrîşên dewleta Tirk li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî azadiya çapemeniyê û parastina rojnamevanan dikin ku bi erka xwe rabin û li hemberî van destdirêjiyên der heqê çapemeniyê de xwedî helwest bin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dest ji vê hovîtiya xwe berde û tedbîrên pêwîst ji bo cezakirina wê wergirin da ku ev mijar neyê dubarekirin.

Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)