Nivîskar Richard Hill di rojnameya The Independent a Brîtanyayê de behsa girêdana di navbera êrîşên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî devera dawîn a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye kir.

Nivîskar dibêje ku di encama topbarana Tirkiyeyê de QSD’ê pêngava xwe li dijî DAIŞ’ê rawestand û diyar kir ku 2 rojnamevanên ajansa ANHA’yê di êrîşa Tirkiyeyê de birîndar bûne. Nivîskar di gotara xwe de diyar dike ku Ehmed Tewfîq yê 42 salî beriya çend salan dema ku DAIŞ’ê êrîşî Girê Spî kir ew ji warê xwe reviya û niha Ehmed Tewfîq dibêje tu ferq û cûdayî di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de tune ye.

Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye ev demeke dirêj e gefa êrîşekê li dijî Girê Spî dixwe û diyar kir ku di êrîşa dawîn de welatiyên sivîl bûn qurbanî û birîndar bûn. Tewfîq diyar kir ku rewş di van rojên borî de gelekî xirab bû û gelek topên hewanê bi ser malên sivîlan de hatin.

Hill di berdewama gotara xwe de wiha dibêje: “Piştî êrîşa Tirkiyeyê ku zarokeke 10 salî tê de bû qurbanî, 2 rojnamevan jî bi giranî birîndar bûn. Welatiyên Girê Spî ji rojnameya The Independent re diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê gelekî dijwar bûn û ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran.”

Nivîskar di gotara xwe de wiha dipirse: “Gelo girêdana di navbera êrîşên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û pêngava QSD’ê li dijî DAIŞ’ê de çi ye? Ji ber vê yekê QSD’ê çalakiyên xwe li dijî DAIŞ’ê rawestandin?”

Nivîskar piştrast dike ku Tirkiye guh nade tu aliyan, ne sivîlan nas dike û ne jî guh dide hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku alîkariya QSD’ê dike. Nivîskar diyar kir ku artêşa Tirk 2 rojnamevanên ajansa ANHA’yê Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed armanc girtin û di encamê de her du birîndar bûn.

Her wiha diyar dike ku şerê di navbera Tirkiye û QSD’ê de di demeke dijwar de pêk tê nemaze ji bo Koalîsyona Navneteweyî ku şerê DAIŞ’ê dike da ku li rojhilatê çemê Firatê tune bike. Nivîskar diyar dike ku topbarana Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî şervanên QSD’ê pêk hat û got ku ji ber van êrîşan QSD’ê pêngava xwe li dijî DAIŞ’ê rawestand.

Rojnameyê li ser navê Aron Stayn diyar kir ku stratejiya Tirkiyeyê ew e ku zextê li Amerîkayê bike da ku bi daxwaza Enqereyê razî bibe û YPG’ê ji sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de weke kî li Efrînê kiriye, pêk bîne û wiha got: “Bêguman Washington ji ber topbaranê bi hêrs bûye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Robert Biladino diyar kir ku êrîşên leşkerî li dijî Bakurê Sûriyeyê ji kîjan aliyan ve bin jî û bi taybet ji ber ku hêzên Amerîkayê tê de bi cih bûne, wan gelekî xemgîn dikin.