Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek korsanî, ji aliyê hêzên navneteweyî ve dîl hate girtin, radestî Tirkiyê kirin û li Girtîgeha taybet ya Imralî Tîpê F, kirin bin tecrîdê.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve, parêzerên Rêber Ocalan nikarin biçin Imralî û hevdîtinê bi muwekîlên xwe re pêkbînin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî, Şandeya Îmralî nikare biçe Imralî û hevdîtina bi Rêber Ocalan re pêk bîne.

Dewleta Tirk, kanunek taybet û tenê ji bo hevdîtina ligel Rêber Ocalan asteng bikin, derxist. Di Îlona 2016’an de 50 siyasetmedarên Kurd li Amedê dest bi greva birçîbûna bê dem û bê dorveger kirin.
Desthilatdariya AKPê ya faşîst, hingî mecbur ma û destur da ku malbata Rêber Ocalan biçê Imralî û hevdîtinê bike.

Di 11’ê Îlonê de Mehmet Ocalan, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê û heta niha ti agahî ji Ocalan nayên girtin. Di her du serlêdanên dawî yên malbat Ocalan de, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa, diyar kir ku di 14’ê Îlonê de “cezayê dîsîplînê” dane Birêz Ocalan û hevdîtinê nikarin bikin.
Parêzerên Rêber Ocalan, diyar kirin ku, berê jî û bi giştî 250 rojan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cezayê dîsîplînê hatiye ceza kirin.

Sedema van cezayan jî, nirxandinên Ocalan yên derbarê qirkirina çandî, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina rewa, agirbest, aştî, çareseriya demokratîk û hwd. bûn