Mîna ku destê min li ser tetikê, bê ku kêliyekê derbas bikim li ber rûkeniya Arjînê ketibûm kemînê. Rûyê wê yê ken êdî di kadrajê de bû.. tim wisa rûyê Arjînê tê bîra min.

Dema ku li şiverêyeke bê bêhnvedan dimeşiyan, gulên ku rojeke biharê zîl dayîn, mîna ku hevrêyên li şiverêyan dimeşiyan, li ber bayê dihejiyan. Dilopên avê yên li ser pelên daran kom bûyî, roja ku li esmanê şîn rawestayî, pelpelîkên di nava ciwaniyê de reqs dikirin… hemû mîna ku biharê silav bikin amade bûn ku hesreta demê biqîrin. Hema yek bi ziman biketa, wateya hesrata biharê ji bo me vegota.

Bihara 2017’an bû. Li çiyan ji bo bernameyek ku bi gerîlayên jin re bikişandiba, du heval ketibûn ser rê. Piştî cihekê û şûnde derbasî Garê ya girêdayî Behdînanê bûn. Ji ber ku me rê nedizanî gerîlaya jin a bi navê Arjîn bi rûyê xwe yê bi ken kete pêşiya rê, bi gavên lez û rûkenî got; ‘ hûn ji bo rêwîtiyek xweş amade ne?’.

ÇIMA ARJÎN?

Arjîn a navber navber li pişt xwe dinêrî û pirs dikir, hestên min ên mereqê zêdetir dikir. Min mereq kir ku ez pirsa ev jina rûken ji kûderê ye destpê kir. Arjîn got; ‘Ji navçeya Şêrwan a Sêrtê me’. Dema ku wisa got, min ji ber xwe ve got, gelo rêwîtiya ji wir destpê kir heta vir çawa dom kiriye, pirsî. Hê min pirsnekirî, weke ku Arjîn hîs bike, yan jî jiber hestên min ên min ji ber xwe ve gotî dest bi vegotinê kir û got; ‘Gavên yekem ên gerîlatî min li Garzanê avêtin. Li wir bîranînên min ên pir watedar çêbûn. A herî girîng min li wir gelek hevrê nas kir. Niha dibe gelek hevrê şehîd jî bûne. Yek ji wan hevrê Arjîn bû.”

Dema navê Arjîn got, li ser rûyê wê êş, hesret û dîsa hestên tevlîhev xwe nîşan da, min dît. Bi çavên tije wê kêliyê nêrî! piştre wiha domand: ‘Hevrê Arjîn cuda bû. Ya ku wê cuda dikir jî, xwedî seknek bihêz bû. Li qada Garzan gelek kes wê nas dikin, rêz jêre digirin. Gelek bîranîn li gel min hiştine. Ji bo wê piştî şehîd bû min navê wê rakir. Ar-Jîn wateya hatina agir û jiyanê ya ba hev e. Agir û jiyan enceq di jiyana zarokên çiyayî yên wiha de bê gel hev. Ew zarokên agir, girêdayî jiyanê bû…

Wisa dom kir, li şiverêyên bênavber û bêhndan… Yên li van deran dimeşin tim dikevin hizir û ramanên dûr. Gelo ya dibe sedemê vê meşa dirêj e, şiverê ye, erdnînagî ye, yan jî mirovên bi wate dijîne nizanim. Dibe ku hemû jî be. Min Arjîn a li pêşiya min dimeşiya difikirî. Navberekê sekinî û destê xwe dirêjî gulên li rexê rê kir. Li wan dikeniyan. Wisa zanim di hundirê xwe de diaxivî. Dema ku ew wisa dikeniya, di hundirê xwe de wer fikirîm ku bizivire. Ez bi fotograf mekîneya xwe sekinîbûm. Wê kêliyê bi rûyê xwe yê ken vegere, ezê bi wêneyekê rûyê wê yê biken bêdawî bikira. Piştî kêliyekê û şûnde li xwe zivirî. Mîna ku destê min li ser tetikê, bê ku kêliyekê derbas bikim li ber rûkeniya Arjînê ketibûm kemînê. Rûyê wê yê ken êdî di kadrajê de bû.. tim wisa rûyê Arjînê tê bîra min.

PIŞTÎ 4 SALAN…

Roja borî di saeta nûçeyan de li gel çend hevrêyan rûniştî bûn. Dema nûçe destpê kir, berê min li TV bû, hîseke ku nayê terîfkirin li hundirê min bû! Dema ku bêjer wê nasnameya du gerîlayan rabigihandiba guh û çavê min baldar bûn li televîzyonê. Yek Zinar a din jî Arjîn… Arjîn Zagros li çiyan, qontaran li himêza xudawendan nefesa xwe ya dawî dabû. Xwe berdabû himêza xudawendan û serê xwe bi serbilindî danîbû ser axê. Arjîn; li ser axa ku agir hatî pêxistin, bûbû ar û Arjîn… şopek li ser dilan hiştibû ku neyê jêbirin.

Niha dibêjim ku; we bi lehengiya xwe çîroka xwe nivîsandin. Bi xêwdana li eniya we, we rijand ser vê axê û bê rawestan ber bi têkoşînê meşiyan û lêgerîna xwe ya watedar bernedan… gelo ma pêwîstî bi vegotina çîrokekî din heye? Ji xwe ev roj xwe amade dike ji rojên ku we vebêje re. wê li ser rûpelên dîrokê yên pak û paqij rûyên we yên ken xêz bikin, her roj ev dayika axê li dilê xwe we arşîv dike.