Gerîla Bêrîvan Hêjar ku di temenê ciwantiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û êşkence lê hate kirin, got  “Berxwedana zindanê ya Şîrîn Elemhûlî ji bo min esas bû. Çi dibe bila bibe ez ê ti carî teslîmî dijmin nebûma.”

Bêrîvan Hêjar hîn di temenê zarokatiyê de li zindanên rejîma Îranê êşkence û zexteke giran dît. Çawa ku ji zindanê derket berê xwe da çiyê. Bêrîvan ku sala 2016’an tevlî nava refên YRK’ê bû ji ANF’ê re serpêhatiya xwe vegot.

Bêrîvan Hêjar li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. 10 salan li dibistanên sîstema Îranê xwend. Di nava vê demê de hem ji ber zextên li nava malbatê yên li jinê, hem jî zextên sîstema dewletê yên ji ber Kurdbûna wê, kete nava lêgerînê. Dema ku gerîla nas kir hîn zarok bû. Jiyana gerîla gelekî bandor li wê kiribû. Dixwest tevlî wê jiyanê bibe.

Wê demê şehîd Ronahî Denîz li Mako çalakiya fedayî kiribû ku vê çalakiyê bandoreke mezin li wê kiribû. Êdî kes nikarîbû li pêşiya Bêrîvan bibe asteng. Wê êdî berê xwe dabû warê ku xeyala wê dikir. Dema ku derfet dît yekser çû gel koma gerîla ya herî nêz (Dambat). Piştî ku 3 mehan li vir ma ber bi herêma Kelareşê ve hate şandin. Pastaran avêtin ser nuqteya gerîla. Û Bêrîvan tevî du şervanên nû dîl kete destê pastaran.

BERXWEDANA ŞÎRÎN ELEMHÛLÎ JI BO MIN BÛ HÊZ

Bêrîvan qala bûyerên piştre qewimîn kir: “Dema ku em ketin destê dijmin hîn kincên sivîl li me bûn. Pastaran êrişî me kirin. Em ji aliyên berpirsyarên pastaran ên bi navê Hecî Misto û Hesen Palaşî ve hatin girtin û êşkence li me hate kirin. Di dema destgîrkiinê de lêpirsîn û êşkenceyeke giran li me kirin. Zexta psîkolojîk di asta herî bilind de bû.”

Bêrîvan Hêjar li hemberî zext û êşkenceya giran a pastaranên Îranê bi xurtî li ber xwe da û sedema vê helwesta xwe wiha rave kir: “Ez nû tevlî nava refên gerîla bûbûm. Temenê min biçûk bû. Lê belê min bersiv neda her daxwaza dijmin. Ji ber ku heval li gel min şehîd bûbûn û vê yekê hêrsa min a li dijî faşîzma rejîma Îranê mezintir kiribû. Ji xwe gelekî bi gerîla re dilsoz bûm. Li zindanê min xeta berxwedanê ya Şîrîn Elemhûlî danîbû ber xwe. Min bihîstibû ku li hemberî êşkenceya giran a dijmin wê bi çi rengî li ber xwe dabû. Ev yek ji bo min bûbû hêzeke mezin a berxwedanê. Min ji xwe re digot, ‘Wê çawa li ber xwe dabe, çawa îdare kiribe, ez jî dikarim îdare bikim’. Çi dibe bila bibe diviyabû ez teslîm nebûma.”

6 MEHAN PIŞTÎ KU KETE ZINDANÊ HAYA MALBATÊ JÊ ÇÊBÛ

Gerîla Bêrîvan piştre birin girtîgeha jinan a Nîsvan a li Ûrmiyeyê. Ew xistin odeyeke biçûk a ku girtiyên siyasî lê bûn û êşkence lê kirin. Piştî ku şevekê li wir hiştin, ew birin lêpirsînê. Bêrîvan wiha qala wê demê dike: “Dema ku ez birin lêpirsînê di rê de destên min kelepçe kirin, lingên min zincîr kirin. Min nizanîbû ku bi ku ve dibin. Êşkenceyeke welê dikirin, kurekî li gel min dikir qîrîn, digot ‘lê nedin, êşkence nekin’. Lê belê hêza wî jî têrê nedikir li pêşberî vê faşîzmê.

Piştre bi destê min girtin û ez birin gel wî kurikî. Digotin, ‘jin çawa derdikevin çiyê, rêyên wan hîn bibe, bike ku li xwe mikur bê’. Reîsê Supay Pastaran timî li min dixist. Bersiva min jî ji wan re wiha bû; ‘Ez ji ber êşkence û zexta we çûm çiyê, mafê min e ku welatê xwe, gelê xwe biparêzim’. Bêguman ev axaftina min dibû sedema êşkenceke cudatir. Vê carê bi porê min ve ez bi erdê re kişandin û lê dan. Dewleta Îranê êşkenceyeke gelekî giran li girtiyên siyasî dike. Kiryarên destavêtin, şoq a bi elektrîkê, ava şid timî hene. Li zindanê 6 mehan haya malbata min ji min tune bû.”

MIN DIXWEST TAVILÊ JI DESTÊ DIJMIN RIZGAR BIBIM Û BIÇIM ÇIYÊ

Gerîla Bêrîvan piştî 6 mehan derxistin pêşberî dadgeha şoreşê ya Îranê û xwestin ku cezayê îdamê lê bibirin. Ji ber ku temenê wê biçûk bû nekarî vê bikin. Piştî ku malbata wê jî kete navberê ew sewqî dadgeha etfal (zarok) kirin. Li wir du sal ceza lê birîn. Tişta ku li zindana rejîmê bi serê wê ve hat gelekî bandor li Bêrîvan kir. Dixwest di dema herî zû de ji girtîgehê derkeve û tevlî nava refên gerîla bibe. Wiha vedibêje: “Ji bo min gelekî zor bû ku di destê dijmin de dîlgirtî bimînim. Min ev rewş qebûl nedikir. Her wiha ji bo hilanîna tola şehîdan bêsebir bûm. Ji ber vê yekê min dixwest zû ji zindanê derkevim û biçim çiyê.

Piştî ku ji zindanê derketim bi hewldanên xwe min hewl da xwe bigihînim gerîla û tevlî bûm. Min dixwest di rêya hevrêyên xwe de yên şehîd bûn bimeşim û tola wan hilînim. Ji bo vê jî ez ê li ser bingeha felsefeya Rêbertî xwe kûr bikim û heta dawiyê bi vê jiyanê re dilsoz bim.”

BILA CIWAN TEVLÎ FELSEFEYA RÊBERTÎ BIBIN

Gerîla Bêrîvan herî dawî hestên xwe li ser jiyana gerîla vegot û ev bang li ciwanên li Makoyê kir: “Jiyana gerîla ji bo min gelekî xweş e. Ji ber ku tevlî bûme gelekî kêfxweş im. Mirov li vê derê timî xwe perwerde dikin. Bûm xwedî îrade. Ne serî li ber malbata xwe ne jî serî li ber sîstemê ditewînim.

Banga min li ciwanên Rojhilatî bi taybetî jî li ciwanên Mako ew e ku li şûna xwe ji ber pirsgirêkên jiyanê û bêçaretiyê bişewitînin, li şûna ku xwe bikujin bila bên tevlî vê jiyanê bibin. Bi taybetî dixwazim bang li jinên li nava eşîra xwe bikim; bila jiyaneke bi koledarî qebûl nekin. Xwedî li îradeya jinan derkevin û tevlî felsefeya Rêbertî bibin. Bi vî rengî dikarin ber bi azadiyê ve gavê biavêjin.”