Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê peyamek ji malbatên Bêrîtan Hêvî Rohan (Selda Sumbul) û Çekdar Melek (Dîrbas Altintaş) re şand, ku her du gerîla 13’ê Sibata 2017’an li qadên gerîla ji ber êrişa hewayî şehîd bûn.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ragihand ku gerîla Bêrîtan Hêvî Rohan (Selda Sumbul) û Çekdar Melek (Dîrbas Altintaş) 13’ê Sibata 2017’an ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Komîteyê ji malbatên Sumbul û Altintaş re peyamek weşand. Peyam wiha ye:

“Em di serî de silavan li we dikin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Em weke tevger di serî ji bo we sersaxiyê dixwazin, serê we sax be, serê me sax be. Ji ber hin sedeman em di îlankirina zarokên we û hevrêyên xwe de dereng man di serî de em lêborîna xwe dixwazin. Zarokên we û hevrêyên me Bêrîtan û Çekdar di nava refên azadiyê de heta dawiyê ji bo gelê xwe yê bi rûmet xwedî sekneke têkoşer bûn û tevlî hemû pêvajoyan bûn. Herî dawî sala 2017’an li Heremên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanên Şehîdan bûn û li pey xwe ji gelê xwe û hevreyên xwe re nirxên giranbûha hiştin. 

Ji bo jiyaneke azad gelê Kurd bedelên bêhempa dane û bi vê taybetmendiya xwe ji bo mirovahiyê bûye mînakeke giranbuha. Di pêvajoyên herî giran de zarokên gelên Kurd ên xwedî wijdan bi sekin û helwesta xwe ya canbexşane rûmeta gelê Kurd bilind kirine, bi sekneke pakrewane li dijî her cûre êrîşê canê xwe kirine mertalê hebûna Gelê Kurd ê xwedî rûmet. Di vê oxirê de bi hezaran ciwan bûne tovê jiyana azad û ketine hembêza welatê xwe.

Bi navê tevgerê em li ser van esasên ku şehîdên pakrewan danîne dimeşin û roj bi roj ber bi welatekî azad ve diçin. Agirê ku şehîdên me pêxistine bilintir dibe û li ser asoyê welatê me dibe ronahiya azadiyê. Em cardin bi minetdarî, di şexsê û hevrê Bêrîtan û Çekdar de wan şehîdên xwe yên pakrewan yad dikin.

Hevrêyên me yên nemir Bêrîtan û Çekdar bi pakrewantî û sekna xwe ya mîlîtanî, di nava refên têkoşîna azadiyê de tim bûn xwedî cihekî taybet. Çalakvaniya wan bû xof kete nava dilê dijmin. Bi hevaltiya xwe tim bûn mînakên fedaîtî- fedakariyê. Di demên herî dijwar de ji baweriya xwe qasî serê derziyê tawîz nedan. Hêrsa wan a mezin a li dijî dagirkeriyê, coşa wan a jiyanê weke rûbarekî zelal di nava refên tevgera azadiyê de herikî. Weke Zarokên Botan û Serhedê bi pakrewaniya xwe kedeke mezin dan. 

Li pey şopa hevalên xwe yên qehreman li her derê bi cesareteke mezin li ber xwe dan û li her cihê ku xebat kirine bi ruhê mîlîtaniya Apoyî fetih kirin. Di jiyanê de bi seknên xwe yên berpirsiyar û Apoyî erkên xwe heta dawiyê pêk anîn. Li hember her awayê êrîşen dagirkeriyê bi hêrseke mezin rabûn u soza tolhildanê a ji bo gelê xwe dabûn bi cîh anîn. Em wek hevrêyên wan dengdarê wan û şopdarên mîrasên wan ên mezinin. 

Em weke tevger di şexsê şehîd Bêrîtan û Çekdar de soz didine şehîdên xwe heta em welatê xwe azad nekin û armancên wan teqez nekin em ê nesekinin. Ji bo ku ew armanc bi ser bikevin têbikoşin, ji her demê zêdetir di xeta Rêber Apo de bimeşin wan armancên şehîdên xwe bi welat û cihaneke azad mayînde bikin.

Li ser vî esasî cardin serê we sax be û serê me sax be. Wê teqez xeyalên şehîdên me bi ser bikeve 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bêrîtan Hêvî Rohan
Nav û Paşnav: Selda Sumbûl
Navê Dayikê-Bav: Besra- Sellahdîn
Dîroka Şehîdbûnê 13’ê Sibata 2017
***
Nasnav: Çekdar Melek
Nav û Paşnav: Dirbas Altintaş
Navê Dayikê-Bav: Fatma-Ahmet
Dîroka Şehîdbûnê :13’ê Sibata 2017″