Endamên Kongra Star Cîhan Xalid û dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl bi mebesta 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivin.

Cîhan Xalid anî ziman ku bi tevgera azadiya Kurd re jinan xwe nas kirin û got:

Bi saya felsefeya Rêber Apo ku digot ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’, me 8’ê Adarê jî nas kir.

Berxwedan ji bo jinan tê wateya têkoşîn û xwe naskirinê.

Jin têne kuştin û eciqandin, mafên wan têne desteserkirin.

Jin hîna jî li tundiyê rast tên. Lewma divê em li dora felsefeya Rêbertî bicivin û têkoşinê bikin.

Cîhan Xalid got; Bi şoreşê re di jiyana jinê de gelek tişt guherîn.

Bi tevgera azadiyê re, bi saya bi dehan pêşengên jin em gihîştin vê astê.

Hevala Sakîne Cansiz bi berxwedana li dijî dewleta Tirk, bi sedan jinên têkoşer afirandin.

Weke şopdarên wê, bi hezaran jinan xwe feda kirin.

Armanca wan hemûyan azadiya jinan û azadkirina civakê bû.

Dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl jî got; Bi naskirina Tevgera Azadiyê re me gelek tişt fêhm kir û nas kir. Em tevlî nava saziyan bûn.

Zubeyde Îsmaîl, diyar kir ku jin bi şoreşê re azad bûn, di nava civakê de bûn xwedî mîsyon û mafê axaftinê.

Bi şoreşê re jinê xwe perwerde kir, gavên hîn mezin avêtin.

Jinan li çiyê şer kir, bûn fermandar. Jinên Kurd zincîra koletiyê şikandin.

Şoreş serketina jina Kurd e, talankirina bedenê, ked û hebûnê hate mahkumkirin.

8’ê Adarê jî ji bo me tê wateya nûbûn, azadî û xwe jinûve afirandinê.