Viyan li Brîtanyê ji dayik bûye û 29 salî tevlî nava têkoşîna maf û azadiya jinê bû û di sala 2023’an de çû Bakur û Rojhilatê Sûriye.

Viyan ji ANF’ê re axivî û got:

Piştî bihîstina Şoreşa Rojava, min xwest şoreşê nas bikim.

Dema hatim û min tevger û guhertinên civakan dîtin, di jiyana min de guhertinek mezin çêbû.

Min hêza jinê dît. Hêza jinê ya li Rojava bandor li welatê min jî dikir.

Min bi çavên xwe dît ku jinên ji neteweyên cuda çawa li hev kom bûn û xwe bi rêxistin kirine.”

Gelek wêneyên jinê li medya cîhanê hatin weşandin ku çek di destan de û şer dikin.

Piştî ku min ew zindî dîtin, min bawer kir. Jinan pêşengiya civakeke nû dikirin.

Sohbetên wan yên bi gel re xurt bûn. Li her devera ku ez diçûmê min şahidî ji têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriye re dikir.

Tevlîbûna wan ya li nava rêxistiniyên komun û meclîsan bandor li min kir.

Jin bi gel re bûbûne yek.

Têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re dibe hêvî.

Nîşan dan ku weke jin em dikarin bibin pêşeng, em dikarin xwe birêxistin bikin.

Mafên jinan diparêzin, rê nîşanî civakê bidin.

Ji xwe re weke wezîfeyê dibînim ku têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye li cîhanê bidim naskirin.

Viyan herî dawî got; Rêber Apo derî li jinan vekir ku karibin xwe nas bikin, bi rêxistin bikin.

Hêz da jinan ku xwe bi pêş ve bibin, veguherînin. Mîsyona pêşengiyê da jin û ciwanan.

Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me.

Ji ber ku ev şoreş şoreşa jinê ye û weke şoreşa xwe dibînim.