“Ji bo xwîn bêhtir nerije, ji bo rastiyê bibînin û çareseriyeke maqûl qebûl bikin, grevên birçîbûnê peyamek e. Lê şeş meh derbas bûn. Peyam rast fêhm nekirin. Gerîla dikeve nava liv û tevgerê. Rêyeke din nemaye. Wê bi zimanê jê fêhm dikin bê axaftin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bû mêvanê bernameya Ulkeden a qenala Medya Haber TV.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkilî 1’ê Gulanê got, “Dema ku 1’ê Gulanê tê gotin yekîtî hevgirtin tê bîra mirov. Civakîbûn tê bîra mirov, lê ya herî girîng têkoşîn tê bîra mirov. 1’ê Gulanê ya bê têkoşîn wateya xwe nabîne”. 

Kalkan şehîdên Taksîmê yên 1’ê Gulana 1977’an bi hurmet û minet bi bîr anî û got, “Ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve, ji Pêngava Gerîla û vir ve, mehên Gulanê ji bo me ew meh in ku em têkoşînê herî pir geş dikin. 1’ê Gulanê bûne derbirîna ku em dikevin van mehan, 1’ê Gulana 1985’an, li Garzanê, komeke me ya gerîla ya bi pêşengiya Ramazan Kaplan bi şerekî ku heftiyekê berdewam kir, şehîd bû. Di şexsê hevrê Ramazan Kaplan de hemû şehîdên me yên 1’ê Gulanê bi hurmet û minet bi bîr tînim.”

‘PARADÎGMAYA RÊBERTÎ ROJA ME BÊHTIR RONÎ DIKE’

Kalkan bal kişande ser êrîşên modernîteya kapîtalîst a li ser 1’ê Gulanê lê dîsa jî nekarîn bibin asteng ku karker, kedkar û hemû bindest zêdetir li 1’ê Gulanê xwedî derkevin û got, “Jinên karker û kedkar û bindest zêdetir li 1’ê Gulanê xwedî derketin. 1’ê Gulanê qad zêdetir tije kirin. Wateya azadî, wekhevî, hevgirtin, yekîtî û têkoşînê ya 1’ê Gulanê zêdetir geş kirin, qeyîm kirin û 1’ê Gulanê bi rastî jî bû navika zindî ya utopyaya azadî, demokrasî û wekheviyê ye.”

Kalkan diyar kir 1’ê Gulanê bêhtir civakê bi lêgerîna azadî, wekhevî, sosyalîzmê re dike yek,  wê ji her cure zext, kedxwarî û lêgerîna berjewendiyê xilas dike û jê qut dike û domand, “Ji vî alî ve, em ne tenê hêviyekê, ne tenê pîrozkirineke giştî, her wiha dibînin ku pergaleke ramanî ya ku zêdetir li wateya 1’ê Gulanê tê, geş dibe.”

Kalkan destnîşan kir, “Nexasim paradigmaya Modernîteya Demokratîk vê bi rengekî berfirehtir û bi pergalî vedibêje. Sosyalîzmê, teoriya sosyalîst, rêxistinên sosyalîst ji paradîgmaya desthilatxwaz-dewletxwaz xilas dike. Ji navendîbûna dewletbûna li ser desthilatdariyê xilas dike, bi civaka demokratîk ve girê dide û dike civakî. Ji ber vê paradîgmaya Rêber Apo roja me bêhtir ronî dike, lewma em bang dikin ku çi kesê ku têkoşîna azadiyê, wekhevî û sosyalîzmê yên 1’ê Gulanê didin, zêdetir hewl bidin ku vê paradîgmayê rast fêhm bikin û bi rengekî berfireh gotebêjiya vê bikin.”

‘1’Ê GULANÊ MÎNA NEWROZÊ CEJNEKE KURDAN E’

Kalkan got Kurd vê 1’ê Gulanê hê têkoşer in, hê bêhtir bi hêvî ne, hê bêhtir nêzî azadiyê û wekheviyê ne, ji 7 salî heta 70’ê salî zarok yixtiyar, jin û mêr her kes xwedî wê hişmendiyê ne ku 1’ê Gulanê pîroz bikin, xwedî wê têgihiştinê û têkoşeriyê ne ku ev nikare were zevtê, nikare were astengkirin. 

Kalkan got, “Kurd ji xwe civakeke bindest e, civakeke karker û kedkar e. Piraniya wê wiha ye. Ji ber vê em dikarin bibêjin 1’ê Gulanê mîna Newrozê cejneke Kurdan e. Ji ber rewşa wê ya berdest em dikarin bibêjin roja têkoşîna Kurdan e. Kurd wiha dibînin. Karker, kedkar, jin û ciwanên wê wiha xwedî li 1’ê Gulanê derdikeve. Niha jî wiha ye. 1’ê Gulana 2019’an em bawer dikin ku wê zêdetir wiha be. Ji ber ku têkoşîneke mezin didin.  Di nav pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ev pêngav, dibe pêngaveke wiha ya şoreş û berxwedanê ku armanc dike Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û cîhanê demokratîk bike, mirovahiyê azad bike û pêşiya wê vedike. Ji ber vê bi berxwedana giştî ya li dijî pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê, bi wateya yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya 1’ê Gulanê re dibe yek û gelê Kurd wiha 1’ê Gulana 2019’an pîroz dike. Ji vî alî ve em dikarin bibêjin, civaka ku herî pir nêzî wateya wê pîroz dikin Kurd in. Wê vê wiha bidomîninin, em bawer dikin, her li ku derê bin wê 1’ê Gulanê qadan tije bikin, wê 1’ê Gulanan bi pêngava berxwedanê ya li dijî tecrîd û faşîzmê bikin yek, hem wê 1’ê Gulanê zêdetir watedar bikin û hem jî bi giyanê 1’ê Gulanê wê pêngava berxwedanê zêdetir geş bike û bi pêş bixîne û bîne asta herî bilind.”

‘PÊNGAVA BERXWEDANA GIŞTÎ YE’

Kalkan bal kişand ser pêngava berxwedanê ya “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” û bi bîr xist ku pêngav 6 mehên xwe dadigire û heta niha li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelek geşedanan bi xwe re aniye, destketiyên girîng derxistiye holê û asteke mezin ava kiriye. Kalkan got, “Ev pêngav berxwedaniyeke giştî ye, tevgera civakî, tevgera siyasî, tevgera gerîla heye. Ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî civak bi dostên xwe re li ber xwe dide. Lê di van şeş mehan de ya pêngavê, ya ku mohra xwe li pêvajoyê dayî greva birçîbûnê ye.”

Kalkan bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven a ku 7’ê Mijdarê dest pê kir şeş mehên xwe dadigire, greva birçîbûnê li çar parçeyên Kurdistanê, li zindanan, li çar hêlên cîhanê didome, berxwedana li zindanan ev çar meh û nîv in didome û got, “Bi vê çarçoweyê, bi taybetî ez 1’ê Gulanê ya berxwedêrên grevên birçîbûnê pîroz dikim, slav dikim, ez dibêjim, têkoşîn ji niha ve serketinên mezin bi xwe re aniye û wê serfiraziya teqez biafirînin, bi teqezî wê bigihijin armancên xwe. Ez ji dil ji vê bawer dikim. Ji ber ku hatiye astek wiha.”

‘JI BO PERGALA TECRÎDÊ HILWEŞÎNIN LI BER XWE DIDIN’

Kalkan berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz, ya zindanan ku ev demeke dirêj e didome bi bîr xist û diyar kir, şertên li zindanan girantir in, desthilata faşîst a AKP-MHP zexteke giran dike, êşkenceyê dike, zorê dide, bi van şertan li zindana ev 4,5 meh in bi hezaran girtî li ber xwe didin. Kalkan got, behsa 7-8 hezar girtiyan tê kirin ku di greva birçîbûnê de ne û got, “Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar hêlên cîhanê berxwedanek heye. Ji Strasboûrgê heta bi Gallerê li her deverê berbelav bûye. Ev gel li ber xwe dide. Pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nakin. Dixwazin Rêber Apo bi şertên azad bijî û bi şertên azad bixebite. Dibêjin, pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bûye şêwazeke rêveberiyê, bûye pergaleke rêveberiyê, ji ber vê jî, li Tirkiyeyê û Kurdistanê rêveberiyê diyar dike. Tecrîd li ser her kesî hatiye danîn, bandoreke xirab li hemû mirovahiyê dike û ji ber vê jî, dixwazin pergala tecrîdê, hişmendiya faşîzma qirker ku rê li tecrîdê vedike bi dawî bibe. Ji bo vê hilweşînin têdikoşin.”

‘BERXWEDAN PIRHÊLÎ YE’

Kalkan bi domdarî got, “Ez li vir dixwazim tiştekî bibêjim, divê şaşa neyê fêhmkirin. Têkoşîn ne tenê greva birçîbûnê ye, berxwedaniyeke giştî ye. Gerîla şer dike, gel li ber xwe dide. Jin, ciwan li ber xwe didin. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar hêlên cîhanê li ber xwe didin. Şoreşger, demokrat, parezvanên mafên mirovan li ber xwe didin. 

Bi vê çarçoweyê, çalakiyeke pir berbelav bûye, bûye girseyî û pirhêlî ye. Lê di nav vê de helbet grevên birçîbûnê bingehîn e, sereke ye. Ev pêvajo bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven re dest pê kir, gav bi gav bû girseyî, grevên birçîbûnê bû marîpişta pêngavê, bû rengê sereke yê çalakiyê.”

Kalkan bi berdewamî got, “Ji aliyekî dî ve, grevên birçîbûnê bi zindanan re ne sînordar in. Dixwazim vê jî bi bîr bixim. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar hêlên cîhanê didomin. Nêzî 10 hezar mirov bi rengên cuda di grevên birçîbûnê de ne, jê jî zêdetir e. Ên ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bi wê astê ne.  Ên ku bêdawî û dorveger ji 10 hezaran bihurîne. Bi vê wateyê grevên birçîbûnê li hemû qadê ne, li her deverê ne. Lê di nav vê de ya herî berfireh û girseyî a zindanan e.”

Kalkan bal kişande ser zext û zordariya li ser çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan û got, “Ji vî alî ve, berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan, hem ji hêla girseyî ve û hem ji ber karakterê xwe mohra xwe lê didin. Ev jî hatiye asteke girîng.”

Kalkan got, “Me ev nirxand, berxwedêr ji xwe gotina xwe dibêjin, wateya xwe nîşan didin. Li vir ev dimîne; divê mirov xwedî wijdan be, fêhm bike û lê xwedî derkeve. Heke hinekî wijdan hebe, hinekî hişmendiyeke demokratîk hebe, ji bo geşkirina vê têkoşînê divê mirov hewl bide, li pişt wê bisekine, hêzê bide têkoşînê û tevlê bibe.”

Kalkan diyar kir di vê xalê de pêvajoya hilbijartinê bi risteke girîng rabûye, piştî hilbijartinê jî di serî de xizm û malbatên girtiyan ê têkoşîneke girîng didin û pêngava ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ geştir dikin, girseyî dibe. Kalkan got di hilbijartina 31’ê Adarê de faşîzma AKP-MHP’ê derb û şikestineke giran xwariye û domand, “Niha jî dor hatiye ser wê ku roj û heftiyên pêş me wê bibe pêvajoya şikandina hişmendî û siyaseta faşîst ku rê li tecrîdê vedike. Em bi vê bawer dikin. Berxwedêrên greva birçîbûnê bang li her kesî dikin ku zêdetir têbikoşin, vê peyamê didin. Heke mirov bala xwe bidiyê bi biryardariyeke xurt in, bi rastî jî xewêna mirovahiyê danîn holê.”

‘TECRÎD WÊ BIŞIKÊ’

Kalkan got, “Bi vê çarçoweyê ji Rêbertî heta bi gel, ji gerîla heta bi ciwanan û jinan, gelê Kurd û dostê wan li ber xwe didin” û diyar kir, hemû êşên ku têne kişandin, zehmetî, keda ku tê dayin nirx e, mirov dikare vê ragire, divê ev were dîtin. Kalkan got,”Ji ber ku Rêber Apo got, ‘şoreş cejna gelan’. Berxwedan cihên wiha ne, ku giyanê azadiyê, vîna wê, hişmendî û yekîtiya wê lê ava dibe. Heke em bala xwe bidinê, civaka Kurd, jin û ciwanên Kurd, mirovê Kurd neteweyeke nû, civakeke nû, sincekî nû yê mirovahiyê û çandeke nû datîne holê.” 

Kalkan got di şexsê Leyla Guven û berxwedêrên zindanan de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê slav dike, 1’ê Gulanê li wan pîroz dike û diyar kir ,”Serfirazî bi dest xistin, hemû mirovahî kirin tevgerê, bûne vîna mirovahiya azad, bûne hişmendiya wê, giyanê wê û wijdanê wê. Civak ji nû ve vejandin, her kes dîsa kişandin ser rastiya civakî, berê wan dane têkoşînê. Ji vê mezintir destketî û serketin nabe. Demeke pir nêz wê tecrîd bişike, faşîzm jî wê hilweşe. Berxwedêr wê bigihijin vê armanca xwe û serketina teqez bi dest ve bînin. Ez vê baweriya xwe dîsa diyar dikim.”

‘DESTPÊKÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ RAST NEHATE FÊHMIRIN’

Kalkan got, destpêkê greva birçîbûnê û pêngava berxwedanê ya ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” rast nehate fêhmkirin, têra xwe xwedî lê nehate derketin, zû rêxistiniya wê nehate kirin û vê jî kir ku ev pêvajo ev çend dirêj bibe. Kalkan destnîşan kir, êdî rewş diguhere, hem girîngiya pêngavê û hem jî hîmê wê Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin, rola wê ya dîrokî, ji hêla Kurdan ve, ji hêla jinan ve, ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve, ji hêla mirovahiyê ve, wateya wê ya azadkirinê ya mezin, wateya wê ya demokratîk, naveroka wê tê fêhmkirin û bi vê bingehê xwelêderketin digihije asteke civakî, navneteweyî û bi asta neteweyî geş dibe.

‘KESEK NIKARE PÊŞIYA JINA KURD BIGIRE’

Kalkan anî ziman, bi vê çarçoweyê nexasim ji bo zindanan, rêxistiniya xizm û malbatên girtiyan girîng bû, di geşkirina wê de jî destpêkê kêmasî hebûn, weke rewşeke demdemî hate dîtin lê dema ku hate dîtin ku ne wiha ye tevger çêbû û got, “Niha em di berxwedana dayikan de, di tevgera wan de, di gotinên wan de vê dibînin. Dibêjin, ‘Heta dawiyê, heta serfiraziyê têkoşîn’. Li dijî her cure zext, terorê, tundiyê, kêmkirinê bi lehengî li ber xwe didin, bi dilêrî dimeşin. Dayikekê got, ‘Hûn kî ne ku pêşî li  min digirin?’. Ev gotina jineke Kurd, ya li dijî polîsên AKP-MHP’ê pir girîng e. Nîşan dide bê ka çendî bi xwe bawer e, çendî bi ser armanca xwe ve ye, biryardariya wê nîşan dide. Ti kes nikare pêşiya jineke wiha bigire. Êdî kesek nikare serî lê bitewîne, bike kole. Tê dîtin ku hatiye asteke wiha. Divê di berxwedana dayikan de ev were dîtin. Her çend bi derengî ketibe jî, di rewşe berdest de asteke girîng derketiye holê. Li her deverê bi rastî jî bi dilerî li ber xwe didin.”

Kalkan bi domdarî got, “Deriyên cûntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê jî dayikên Kurdan şikandin. Deriyên zindanên faşîzma AKP-MHP’ê jî dişkînin û wê zêdetir bişkînin. Rastiyeke jina Kurd a bi vî rengî heye ku di nav têkoşîneke wiha de pijiyaye û zexm bûye. Rasteqîniya dayikên Kurd heye. Rêbazên dewlemend ên têkoşînê dibînin. Ez wan hemûyan bi rêzdarî slav dikim. Berxwedaniyeke mezin didin. Zext hene, têne kêmkirin lê ji xwe vê dizanin û tevdigerin. Lê zordar wê bişikin. Bi wê îdîayê ne û xwedî wê vînê ne jî. Wê vê pêk bînin. Ez bi vê bawer im.”

‘ÊRÎŞA POLÎSAN A LI SER DAYIKAN NAMERDÎ YE’

Kalkan li ser êrîşa polîsên Tirk ên li ser dayikan Kurd jî got, “Tiştên ku têne kirin namerdî ye û bêexlaqî ye. Lê ji xwe ev faşîzm e, qirkirin e. Ev ne cara pêşî ye ku em vê dibinîn. Li dijî vê, bi têkoşînê em hatin vê rewşê, em bûne xwedî hişmendî. Ev hemû wê azweriya me ya têkoşînê zêdetir geş bikin, divê dayikên me jî, hemû jin jî, gel jî bi bertengî û hîsî nêz nebin. Divê em nêzîkatiya îdeolojîk, rêxistinî, siyasî ji bo xwe esas bibînin, lê divê em hêrs û kîna xwe jî mezin bikin. Divê giyanê me yê tolhildanê û têkoşeriya me geş bibe. Ev kêmkirinên wiha, divê zêdetir azweriya me ya têkoşînê geş bike, vîna me, hêrsa têkoşîna mezin bike, kîna me divê zêdetir bike. Ji xwe wiha jî dibe. Êrîşkarên faşîst divê zanibin, ên ku berê kiribûn jî cezayê xwe dîtin, hê jî dibînin û hemû jî wê bibinin. Tola wan wê were hilanîn, tê hilanîn. Gerîlayan gotin, ‘wekî hûn wiha dikin, em ê jî wiha bikin’ û dîsa tevgeriyan. Ji hemûyan yek bi yek wê hesab were pirsîn. Bila kesek nebêje tişta ku dikin wê li cem wan bimîne. Hesabê tişta ku tê kirin rojekê bi mîsogerî wê were pirsin.”

‘JIN Û CIWANÊN KURD DIVÊ DAYIKAN TENÊ NEHÊLIN’

Kalkan banga Nasir Yagiz bi bîr xist û diyar kir ku ew tevlî wê bangê dibin û got, “Rast e, vîna dayikan xurt e, têkoşer in lê tenê dimînin. Divê ne wiha be. Jinên din, hemû civak, nexasim ciwan li kû ne? Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi peywira xwe rabin. Li kû derê ne, çima dayikên xwe tenê dihêlin? Çima ne rêxistinî ne, çima bi aktîvî tênakoşin? Rast e, gerîla tevgera ciwanan e, bi lehengî li ber xwe didin. Tiştekî ji vê re nabêjim, lê li kuçeyan, ji van êrîşkarên faşîst, divê bi helwesteke wiha bin ku yek bi yek hesab ji wan bipirsin. Dikarin tevgereke berfireh, tevgereke girseyî pêk bînin. Divê wiha bibe. Bi vê çarçoweyê ez bang li ciwanan dikim ku bi peywira xwe rabin, zêdetir têbikoşin û çalak bibin. Ez bang dikim, wek ku hinek wan digirin. Em wiha hîs dikin. Her çi be ya ku wan girê dide, bila bişkînin, wek ku li se wan kontrola dijmin heye. Em wiha dibînin. Her ciwanê welatparêz divê li derdora xwe binere, têkiliyên xwe kontrol bike, ên ku wan digirin û girê didin çi ne? Ew qas ciwanên Kurd li dibistanan, li zanîgehan dixwînin, ciwanên welatparêz, şoreşger hene. Ciwanên ku hêvî û dahatuya gelên Tirkiyeyê ne, hene. Roj ew e roj e ku li dijî faşîzmê, hişmendiya qirker mirov li ber xwe bide. Mirovî li vir diyar dibe. Dahatuya azad bi vê berxwedanê tê afirandin. Naxwe divê her kes li peywira xwe xwedî derkeve, xwe tevlî vê têkoşînê bike, her kes divê têkoşer be. Bi vê çarçoweyê ez bang li ciwanan dikim ku bibin helwesteke rast û xurt û têbikoşin.”

‘ÇALAKIYÊN GERÎLA LI DIJÎ ÊRÎŞA SER DAYIKAN TOLHILDAN E’

Li ser çalakiyên van rojên dawî yên gerîla Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan got, “Ev hişyarî ye. Li dijî heqerata li ser dayikên me tolhildan e, bersivek e. Divê wiha were dîtin. Maneya wê çi ye?  Çi tişta ku faşîzma AKP-MHP’ê kirî wê li cem wan nemîne. Komkujî, êşkence, teror wê were bersivandin. Hemû tiştên ku têne kirin wê tola wan were hilanîn, vê datîne holê. Biryargehê ev got. Ji xwe peyam ji hêla her kesî ve hate fêhmkirin. Wiha tam di dema xwe de bû, ev ne tiştekî wiha ye ku neyê fêhmkirin. Ji vî alî ve çalakgeriya Serhedê, çalakgeriya qada Xakurkê-Bradostê,  çalakgeriya xeta Zar-Çelê çêbû. Ez van hemû çalakgeran, di şexsê wan de, hemû hêzên gerîla, biryargehê, ji ber derba ku li dijmin dane pîroz dikim. Ez 1’ê Gulanê bi taybetî li wan pîroz dikim. Ez bawer dikim ku wê serketina xwe domdar bikin û geştir bikin. Gerîla tevdigere, wê tevbigere. Rêyeke vê ya dî tine.”

‘GERÎLA LI HER DEVERÊ WÊ HESAB BIPIRSE’

Kalkan got, grevên birçîbûnê, pêngava, berxwedanê ya ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ li dijî gotinên, ’em ê ‘gerîla tine bikin, PKK’ê tine bikin, Kurdan tine bikin, biçewisînin’ û bi vê pêngavê hate gotin, “Hûn nikarin vê bikin, we nekarî bikin. Naxwe ev bila wiha ne biêş be, bila zêdetir xwîn neherike, rastiyê bibînin û werin ser çareseriya maqûl.” Kalkan got ev peyman ji bo wan hemû derdoran bû ku bi meseleya Kurd re têkildar in, di serî de ji bo dewleta TC’ê ya ku di pratîkê de qirkirina Kurdan daye ber xwe, ji bo rêveberiya AKP-MHP’ê peyamek bû û got, “Ango hinekî têgihiştî bin, ew xwe poxpoxandina we, ew qubedetiya we tiştekî bi dest ve nayîne. Ne pêkan e ku hûn bi ser bikevin, zêdetir êşê bi van civakan nedin kişandin, ji ber vê grevên birçîbûnê çêbûn. Lê 6 meh derbas bûne, ne di rewşeke wiha de ne ku ev fêhm kiribin. Çavsorî bûne.”

‘BI ZIMANÊ KU JÊ FÊHM DIKIN WÊ WERE AXAFTIN’

Kalkan got, “Ji ber vê peyam rast fêhm nekirin. Weke qelsiyekê dibînin, tişta hewce nekirin û şeş meh di ser re derbas bûne, ji bo ku rastiyeke bi wan bidin fêhmkirin, an jî heke wijdanê we hebe ji bo ku bibînin û fêhm bikin, mirov ev 6 mehan li hicreyan dihelin. Zelal e ku fêhm nekirin. Wekî hûn fêhm nakin, bi zimanê ku hûn jê fêhm dikin em ê biaxivin. Ya ku gerîla kirî ev e. Divê her kes vê wiha zanibe. Gerîla wê bike, heta niha peyam bû. Ji bo ku li şuna xwînê rastiyê bibînin û ji bo ku zêdetir xwîn neherike, ji bo ku zêdetir êş nebe, wiha bû. Wekî aliyê dî vê dixwaze, vê ferz dike, ev qas heqaretê li dayikan dike û namerdiyê dike, naxwe hesabê hemûyan wê gerîla bipirse. Gerîla ji niha û pê de  wê aktif bibe, li her deverê wê aktîf bibe. Wê li her deverê be. Ne tenê li çiyê be, ne tenê li dijî leşker be. Wê ji hemû kujerên faşîst, her kî dibe bila bibe, wê wan ji polîsên çete, ji sîxûran, ji yên ku îxbarê dikin, hesab bipirse.  Naxwe dema hesabpirsînê hat. Em wiha dibêjin. Me nexwest wiha be. Divê her kes vê fêhm bike. Divê ji helwesta tevger û gelê me rastî were dîtin û ders jê were girtin. Lê aliyê pêşber ji zimanekî dî fêhm nake. Vê ferz dike, dixwaze wiha bibe. Naxwe daxwaza wê, wê bi  cih were. Wê hesabê tişta ku kirî bide, tişta ku kirine wê di dev û bêvila wan re were derxistin. Wê hesabê vê faşîzmê û terorê were pirsîn. Divê ev wiha were zanîn.”

‘ÊRÎŞA LI SER KILIÇDAROGLÛ OPERASYONEKE ŞERÊ TAYBET E?’

Kalkan têkilî êrîşa li ser Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû got, hin gumanan jê dibin û diyar kir, “Înşelê ku têkilî şaredariya Stenbolê û mazbata ku bi dest xistî ne li ser hîmê peymanekê be. Înşelê êrîşa Enqere- Çubukê ne operasyona biriqandina spîkirina Kiliçdaroglû be, ne operasyona şerê taybet be ku Kiliçdaroglû bifililîtinin”. 

Kalkan got bi giştî dema ku mirov binere faşizm êrîşkarî ye, êrîşkariya giştî ye, li dijî faşîzmê tenê bi berxwedanê mirov dikare hebe, bi ser bikeve û heta niha tim wan bang li CHP’ê, li Seroktiya Giştî ya CHP’ê kiriye, hişyarî dane û got, “Me got, hûn şaş dikin, me got, ‘bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimîne wê dor were ser tê. Bêdeng ma, û niha dor hate ser. Çi kesê ku bêdeng bimîne dor tê ser wan. Divê ev were dîtin.  Dema ku ji vî alî ve mirov binere ev tê dîtin. Faşîzm êrîşkariya giştî ye, êrîşê dibe ser her kesî.”

Kalkan, erîşa li ser Seroka Îyî Partiyê jî ya dema hilbijartinê jî bi bîr xist û diyar kir, niha jî dixwazin Kiliçdaroglû lînc bikin. Kalkan got, di rewşeke wiha de ku li Kurdistanê komkujî dibin, li Stenbol, Enqere, Çukurovayê mirovan digirin û komkujiyan dikin, zext li ser  HDP’ê, hêzên şoreşger, demokratîk dibe, komkujî li ser jin û ciwanên Kurd dibe û heqerata bi namerdî li ser dayikên Kurd dibe, Kiliçdaroglû yê ku bêdeng dimîne û xwe ker û kor dike nikare xwe bide jiyîn. Kalkan got, “Faşîzm wê êrîşê bibe ser wî jî, ev çespand jî. Derbasî be lê di dema xwe de hewce bû. Niha jî devê xwe venake. Tê gotin, ‘dixwazin Kiliçdaroglû teslîm bigirin’. Heke wiha bibe sed mixabin. Heta niha ji xwe nebû xwedî helwesteke rast. Li dijî desthilata faşîst, alternatîfa demokratîk ava nekir, asteng nekir. Niha jî wiha dibe.”

Kalkan hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bi bîr xist û got, rêveberiya AKP-Tayyîb Erdogan şikeste, helwesta piştî vê ne meşrû ye, ji desthilatê ketiye, piştî wê 24’ê Tîrmehê şerê giştî ragihandiye û nehiştiye ku hikûmet ava bibe, Davûtoglû ji rêveberiyê avêtiye, 1’ê Mijdarê bi zorê dest li ser desthilatê daniye, bi komkujiyên Enqereyê û DAÎŞ’ê. Kalkan got, “Rêveberiya Erdogan rêveberiya destliserdanînê ye, Ne rêveberiyek meşrû ye. Encamên hilbijartina 31’ê Adarê jî, şeqamek li ser çavê vê rêveberiya ne meşrû da. Got, tu ne meşrû ye. Divê tu tine bibî û biçî.”

‘CHP Û AKP LI HEV KIRIN?’

Kalkan got, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hin peyaman dide, ew naxwazin bi pêşdarazî bin lê hin gumanên wan hene û got, “Ev dayina mazbatayê bi peymanekê bû yan na, ew gumanê ji vê dibin. Gelo AKP û CHP’ê li hev kirin? Gelo CHP, got heke Stenbol nebe wê helwesteke radîkal derkeve holê, nîqaş kir, AKP jî tirsa û ev qebûl kir. Hate gotin, ‘Bila Stenbol ji te re be, lê rêveberiya giştî ji min re be. Em Stenbolê didin we lê divê hûn jî nexwazin ku em ji desthilatê vekişin. Bi wan derdorên demokratîk re ku dixwazin em ji desthilatê biçin nebin yek’. Gelo li pişt deriyan lihevkirineke wiha di navbeyna AKP-CHP’ê de heye? Divê ev derkeve holê. Em dixwazin vê bibihîsin. Heke bi lihevkirineke wiha be divê em vê zanibin, divê ev derkeve holê. Ev a herî xirab e. Namzetê CHP’ê ji xwe Stenbol bi dest xist, heke YSK’ê mazbata dabe, Ekrem Îmamoglû çûne ser Şaredariya Mezin, ev ne xêreke Tayyîp Erdogan an jî AKP ye.”

Kalkan diyar kir, ev hewldana lîncê ya li ser Kiliçdaroglû di rewşeke wiha de bûye û got, “Gelo ji bo ku ev dernekeve holê, ser vê nixumandin? Ango ku derkeve holê, careke dî wê Kiliçdaroglû ji rêveberiya Tayyîp Erdogan re bûbe gopal, wê demê CHP wê ji rêveberiyê bikeve, ji bo vê asteng bikin, ji bo ku ser rastiya binixumînin, veşêrin, heke tiştekî wiha bibe û derkeve holê, ji bo ku Kiliçdaroglû spî bikin, bikin leheng ev kirin, ev hewldaneke şerê taybet e gelo? Piştre wê bi AKP’ê li hev bînin, li dijî hemû Kurdan, li dijî HDP’ê, li dijî hêzên çepgir, sosyalîst, demokratîk wê eniyeke faşîst a nû, wê êrîşkariyeke nû dest pê bike? Talokeyeke wiha heye. Heke tiştekî wiha bibe ev ê pir xirab be. Mînak êrîş çû ser wî, lê Kiliçdaroglû li ser êrîşên polîsan ên li ser dayikên Kurd tiştekî nabêje. Baş e, ji bo ku ji Kurdan deng bistînî te xwe nêzî kir, te deng standin. Lê tu yê muxalefet bî, bi ser de Kurd û Elewî bî. Ne Kurdbûn û ne Elewîbûneke wiha dibe. Lîdertiyeke wiha ya muxalefetê nabe. Wiha mirov nakeve pozîsyona mezlûm û mexdûran. Heke tu li ser êrîşa li ser hine dî, li dijî terora faşîst a li ser hine dî deng nekî, wê  dora êrîşê were ser te jî.”

‘GELÊ BAŞÛR WELATPARÊZ E’

Beşek ji gundiyên qada Bradostê li dijî dagirkeriya Tirk, ji bo ku dawî li dagirkeriyê were serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, “Pir watedar e. Slav dikim. Ez berxwedana Şeladizê careke dî slav dikim. Civaka Bradostê, gelê wê, êlên wê ji berê ve li dijî neheqiyan in. Dilxwazên jiyana azad in. Em bi vê dizanin. Hemû êlên Başûr jî wiha ne. Hemû derdorên civakî. Heke li Başûr hilbijartineke demokratîk ya bi çarçoweya, ‘Bila artêşa Tirk êrîşên xwe rawestîne, bila hêza xwe leşkerî bişkîne?’ bibe, 90 ji 100’î wê bibêjin, ‘bila vekişe’. Ez ji vê bawer im. Heke hin derdor dibêjin, ev nabe, bila hilbijartinê bikin. Ji vî alî ve civakê helwesteke girîng daniye holê. Bi rastî jî girîng e. Divê bêhtir bi pêş ve bibin. Divê tenê bi vê nemînin. Ji ber ku ti bingehê vê yê hiqûqî tine. Bingehê meşrû tine. Êrîşên TC’ê ti sûdê nadin, ziyanê didin. Civak divê ji vê zêdetir bixwaze.”

Kalkan got, “Civak ji ber ku welatparêz e û bi baweriya demokratîk e vê dike. Dibîne ku faşîzma AKP-MHP’ê li Bakur, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Şengal, Efrînê çawa komkujiya Kurdan dike. Niha jî dibêjin, ji ber vê em bi hev re ne, em alîgirên yekîtiya Kurdan in, gelê Şeladizê got, ’em van naxwazin’.”

‘ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK PIR ZIYANÊ DIDIN GELÊ BAŞÛR’

Kalkan got, êrîşên Tirkiyê pir ziyanê didin, gelê Başûr mexdûr kir, ew cografaya ser sînor a weke bihiştê hilweşand, şewitand, bax û baxçe tine kirin, bazirganî ji holê rakir, civaka ku li bihiştê dijî anî rewşeke wiha nikare bijî. Kalkan diyar kir, ziyaneke zêde giran a madî çêbû, ev ji bo civaka Bradostê jî, ji bo êlên li Zap-Avaşîn, Behdînanê jî wiha ye û got, civak naxwaze ziyan bigihije ser. Kalkan anî ziman, ji ber êrîşên dewleta Tirk gel nema dikare sewalan xwedî bike, nema dikare çandiniyê bike û baxçevaniyê bike.

‘WERIN EM LI BAŞÛR REFERANDÛMÊ BIKIN, BÊ KA GEL KÊ NAXWAZE’

Kalkan li ser helwest PDK’ê û YNK’ê jî got, divê êdî civakê rast fêhm bikin û bersivên têgihiştî bidin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê divê dadmend, li ser heqiyê be û bibe Kurd û welatparêz. Kalkan domand, “Kurdbûn wiha nabe. Welatparêzî, gelparêzî wiha nabe. Li Şeladizê berxwedêr hatine girtin, cezayê miebetê ji wan re tê xwestin. Dadeke wiha, darazeke wiha nabe, rêveberiyeke wiha ya Kurd nabe. Kî kê dixapîne. Niha jî dibêjin, ‘PKK vê dike’. Em biçin dengdanê, heke ji PKK’ê aciz bin, em razî ne. Ji kê aciz bin bila ew vekişin. Li Başûrê Kurdistanê, em referandûmeke dadmend, wekhev, di kontrola hine dî de bikin. Em ji vê re hazir in. Em bi xwe bawer in. Heke ji PKK’ê ziyan dîtibin, em hazir in ku ziyanê bidin. Lê divê her kes wiha be.  Radibin dibêjin, ‘Ji ber PKK’ê wiha dibe’. Lê her roj nizanim çend balafirên TC’ê lê dixin, artêşa xwe tîne. Li Başûrê Kurdistanê 5 km, 10 km, li Lêlikanê 20 km, Başûr hatiye dagirkirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê xaka xwe naparêze. PKK diparêze, li ber xwe dide. Pêşî li dagirkeriya TC’ê digire. Piştre dibêjin, ‘ji ber PKK ev dibe’. Wiha civakê, raya giştî ya cîhanê dixapînin. Tiştekî wiha nabe.”

‘TIRKIYE ZÊDETIR HEWCEYÎ BAŞÛR E’

Kalkan bi domdarî got, “Civakê niha vîneke girîng daniye holê, ev watedar û girîng e. Divê vê zêdetir bi pêş ve bibin. Niha gefê dixwin û dibêjin, ’em ê li Şengalê bixin’. Artêşa xwe aniye gelek deveran. Dibêjin, ‘Li Kerkûkê herî pir MÎT’a Tirk rêxistinî ye’. Çeteyên wan tije ne. Nizam çiqas çek lê danîne. Wê van hemûyan li dijî Kurdan bixebitînin. Ne li dijî hine din dibin. PDK-YNK bi vê nizanin! Dizanin lê hê jî dibêjin, ’em hewceyî Tirkiyeyê ne, heke têkiliya me nebe, wê nizanim çi bibe’. Na, TC bêhtir hewceyî wan e. Ev civak dikare nanê xwe ji kêvir derxîne. Hemû civak pêşmerge bûn. Beriya niha jî min diyar kiribû. Em baş dizanin bê ka ev civak çawa dijî. Civakeke wiha bû ku bêyî ku hewceyî kesî be, nanê xwe ji kêvir derdixist, nanê xwe dikir pênc beş û ti caran li ber zordaran serî neditewand. Divê karekterê rastî yê civakê were dîtin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan herî dawî got, divê li dijî êrîşên TC’ê rawestin, destekê bidin helwesta gel û helwesta rast, a welatparêzî ev e , li dijî êrîşên AKP-MHP’ê divê were sekinandin.