Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşîna kana zêr ya li navçeya Erzîngan Licikê daxuyaniyek da û got; Bûyera li Licikê derket car din nîşan da ku têkoşîna li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê çiqas girîng e.

KCK’ê destnîşan kir ku tiştê li navçeya Licikê çêbûye tam Çernobîl e û got; Li hemberî ku li gelek deverên cîhanê bi siyanûrê lêgerîna li zêr hatiye qedexekirin, kanên bi vî cûreyî hatine girtin. Lê li Tirkiyê desthilatdairya AKP-MHPê ya rantê, dizî û talanê dest ji karesatên bi kîmyeyê bernade. Bi sedan car e li kanan karesatên mezin çêbûne û bi hezaran karkeran jiyana xwe ji dest dane, xweza û ekosîstem zirarên mezin dîtin, hilweşîna ekolojîk çêbûye.

KCK got; Desthilatdariya faşîst ya AKP /MHP’ê bi tu awayî girîngiyê nade jiyana mirovan û xwezayê, derd û armanca wan pere, qezenca madî û kedxwariyê ye. Tirkiye bi temamî radestî hevpar, mafya, rant û sermayedarên pereyan hatiye kirin. Ew jî hevkarên wan hevpar, mafya ne. Li her derê kanên kîmyewî yên jehrî, birîna daran, HES û bendav dewam dikin. Medya alîgîr jî ratsiyan vedişêre û raya ciştî dixapîne.

Muxalefeta li Tirkiyê ji desthilatdariyê ne cudatir e û di bin bandora îdeolojiya neteweperestî de ye, nikare rûyê sexte yê desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere bike.

Hêzên demokrasiyê jî qels in, bi îradeyeke hevpar nikarin gaveke radîkal biavêjin, nikarin vê zîhniyeta rantxwar û kujer tehşîr bikin.

KCK’e diyar kir ku di encama hezaza li Licikêde, hêj ne hatiye eşkere kirin. Ev yek Çernobîla AKP-MHP’ê ye. Desthilatdarî û medya alîgir jî, asta metirsinê vedişêrin û pirsgirêkê tenê mîna karkerên di binê axê de mane nîşan didin.

Li Soma, Amasra û erdheja 6’ê Sibatê de rûyê rast yê AKP-MHP hate dîtin.

Divê werê zanîn ku li Licikê rewşeke pir ciddî heye. Dibe ku amurên kîmyewî yên jehrî tevlî ava Firatê bibin û tevahiya Mezopotamya bikeve nava metirsiyek mezin.

Jehrîbûna Çemê Firatê tê wateya ku mirov, nebat, ajal, ax, av û mîkroorganîzmayên li van hemû deveran bikevin bin metirsînek mezin.

Divê Tirkiye di zûtirîn demê de dev ji vê zîhniyeta rantê, talanker ya li dijî xwezayê û li dijî mirovahiyê berde.

Pêwîste hemû beşên civakî, hêzên demokrasiyê, ekolojîst û her kesên qîmetê didin mirovan, civakê û xwezayê, li dijî vê zîhniyetê helwesteke xurt nîşan bidin.

Divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zîhniyetê rizgar bibe, xweza azad bibe û jiyana demokratîk pêk were.”